Bi Vîdyo.. Dêra Maroniyên Cîhanî li Efrînê

Di serdaneke rojnamevanê Rojavayê Kurdistanê yê dêrîn (Hozan Efrînî) ya Çiyayê Kurmênc- Efrînê) de, ku di Adara sala 2017`an de ji navçeya Şêrawayê bi taybet gundê Beradê ku têde Dêra Maronê Mezin ê Cîhanî heye û aramgeha Maronî jî li wire. Derbarê rastiya wê devera girîng û dîrokî dipeyve û şirove dike.

Di vê girte vîdyoyê de, rojnamevan Hozan Efrînî zelal dike ku çawa hin rêkeftinên bindîwar di navbera Sûriye û Lubnanê de pêkhatibû, taku Dêra Maroniyan bikin ciheke wek Hecê ji bona tevahiya Maroniyên Cîhanê. Ev navçe ango herêma çiyayê Lêlûnê û Şêrwayê wê rastiyê derdixe ku dîroka Efrînê çiqas dêrîn û dewlemende û ciheke pîroz e, wek lêkolînvanê Kurd ê naskirî mamoste Zekeriya Dedo jî tîne ser ziman ku cihê jidayîkbûna hezretî Mesîh jî ne li Felestînê ye, lê ew li Efrînê ye ku ev şûna ku jê re tê gotin Dêra Maroniyan.Her weha dibêje Dêra El-Mehed jî ne li Felestînê ye ew jî li çiyayê Lêlûn a Efrînê ye.

Hûn dikarin di vîdyoyê de, hemû nerîn û şiroveyên Hozan Efrînî guhdar bikin.

 

Xelat