Biradost Mîtanî: YNKê hertim xemxurê doza Kurd û Kurdistanê bûye

Dîrokzan û nivîskarê Kurd xelkê Rojavayê Kurdistanê mamosta "Biradost Mîtanî" ragihand, YNK`ê partiyek nîştiman perwer û xwediyê helwêstên netewiye û hertim xemxurê doza Kurd û Kurdistanê bûye.

Mamosta Biradost Mîtanî, beşdarî di bernameya "Rojava" ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de kir ku taybet bû bi mijara (100 saliya  Peymana Lozanê û bandora wê li ser doza Kurd) di destpêkê de spasiya Dengê Gelê Kurdistanê kir û got, mixabin sed sal bi ser peymana Lozanê re derbas dibin ku têde mafê gelê Kurd û doza Kurd û Kurdistanê hate înkar kirinê û ev sed sale jî dewleta Turk vê peymanê dişopîne ku wê kengî bi dawî bibe daku hesabên xwe ji nûve li hember Kurdan berçavan re derbas bike.

Dîrokzanê Kurd behsa wê yekê jî kir ku 24\7\2023 peyman bi dawî dibe û dê encamên nû bi xwe re bîne ku ji aliyekî ve gelê Kurd daxwaza mafên xwe yên rewa dike di sed saliya nû de û aliyê dinê jî dewletên dagîrker li ser Kurdistanê jî xwe amade dikin bi taybetî dewletaTurk ku peymana Lozanê ew qeyd kiribû destwerdanê di beşên din yên Kurdistanê de bike her weha dixwaze (Mîsaqa Millî) careka dî bipejirîne.

Biradost Mîtanî, bi giringî bal kişand ser peyama Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Serok Bafil Celal Talebanî ya jibo kongira Lozanê ya li Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin û got: cihê spasiyê û kêfxweşiyê bû jibo me dema ku peyama Serokê YNK`ê rêzdar û hêja Bafil Talebanî hate xwendin ku têde tekez li ser yekrêziya netewî ya gelê Kurd û Kurdistanê kir û piştgîriya xwe jibo Rojavayê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê anî ziman.

Di berdewamiya axaftina xwe de Biradost Mîtanî ronahî xiste ser rola YNKê û tekez kir û got; Ji xwe partiya YNK`ê hertim partiyek nîştiman perwer bûye û xwediyê helwestên netewî ye û berdewam xemxurê doza Kurd û Kurdistanê bûye ev helwêstên YNK`ê hêj vedigere serdema nemir (Mam Celal Talebanî). her weha nameya rêzdar Bafil Celal Talebanî serokê YNK`ê jî cihê dilxweşiyê bû jibo hemû amadevanên di kongirê de û hemû gelê Rojavayê Kurdistanê.

Sekoya Kurmancî