HORÎ- Salvegera Ruxandina Rêjîma Baes ê Sûrî
Berpirsê karûbarên penaberên Kurd ên bê nasname yên Rojavayê Kurdistanê (Mihemed Mîrza) ku bi xwe penaberekî Rojavayê Kurdistanê ye û bê nasname ye û li kampa Barîka ya bajarê Silêmaniyê dijî roja Şemî 6/12/2025 bû mîvanê bernama HORÎ ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de salvegera ruxandina rêjîma Baes ê Sûrî hate gotûbêj kirin û bi taybetî rewşa Kurdên bê nasname di serdema rêjmîa berê ya Baes ê Sûriyê û piştî ruxandina rêjîma baes û serdema niha ya hikûmeta vegûhêz a Sûriyê.
Mihemed Mîrza diyar kir ku, piştî guherîna rêjîma Sûrî û hatina hikûmeta demkî ya Sûriyê tu guhertinek li ser rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê yên bê nasname (Mektûmî Elqeyd) çê nebûye, her weha tu destpêxerî li ser rewşa kurdên bê nasname tune ne û tu hêviyek jî nîne.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
