Bavê Sabir: Tevgera hêzên Amerîka li Sûriyê û Rojava nayê fêmkirin

Bavê Sabir: Tevgera hêzên Amerîka li Sûriyê û Rojava nayê fêmkirin

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Wehdê) li Herêma Kurdistanê, Mehmûd Mihemed (Bavê Sabir) ragihand, kes nizanê armancên Amerîka li paş vê tevgera leşkerî ya ku li ser sinorê Êraqê û Sûriyê de destpê kiriye û anîna hêzên zêdetire çi heye.

Bernama Rojava ya ku ji aliyê rojnamevan û mamosta Hozan Efrînî ve li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê pêşkêş kirin li ser tevgera leşkerî ya hêzên Amerîkayê ye li Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye.

Mêvanê bernamê rêzdar Mehmûd Mihemed Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Wehdê) ye, destpêkê spasiyê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û Rêvebir û karmendên radyoyê kir û got; Bi rastî kes nizane armancên Amerîka ji tevgera xwe ya leşkerî ya ku vê dawiyê destpê kiriye çiye ji ber ku Amerîka bi armancekê tê lê belê tiştekî din dike ya ku di berjewendiya wê de ye dike.

Diyar jî kir, Amerîka niha ewqas çek û top û cebilxana ku aniye herêmê, Amerîka bi hesab di ragihandinê de dijayetiya Îranê dike lê belê di binî re jî hevpeymaniyê li gel Îraniyan çêdike.

(Mehmûd Bavê Sabir) di gotinên xwe, biryara xezîneya Amerîka ya li dijî du hêzên çekdar ku bi terrorist bi nav kirin pîroz kir û got; danîna abloqeyê li ser du grupên çekdar yên terorsît yên ser bi îtîlafa opozisyona Sûriyê ya yên ser bi Turkiyê yên li Efrînê bicih bûne pîroz dikim. Kijan hêzên çekdar ku deverên Kurdî dagir kirine aştiyê naxwazin û xizmeta gelê herêmê nakin belku hemû buhayên xelkê Efrînê xirab dikin û talan û tune dikin.

Sekoya Kurmancî