Encumena Penaberên Rojava Sardana Mam Celal Kir

Encumena Penaberên Rojava Sardana Mam Celal Kir

Duh roja înê 4-10-2024`an şandeke Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê sardana mezarê rewan şada serok Mam Celal kir û tace gulek li ser dîna û fatîheyek hat xwendin.

Şanda Encumenê ji aliyê endamên lîjneya sekirteriya serok Mam Celal ve hat pêşwazî kirin û piştre gotarek derbarê rastiya tekoşîn û xebata serok Mam Celal ji aliyê serokê Encumenê Hozan Efrînî ve hat pêşkêş kirin.

Her weha di gotarê de, Efrînî balkişand ser kesayetiya karîzmeya serok Mam Celal ku çawa dikarî peywendî û têkeliyên dîplomasî li gel cîhanê û siyaseta heyî di xizmetî doza kurd bikar bîne û çawa xizmetî her çar aliyên Kurdistanê bike û bi taybet Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye da zanîn ku ev Encuman ji aliyê rewanşad serok Mam Celal ve hate damezrandin û em hemû dêndarê rêbazê serok Mam Celal in.

Hatina me di hemû yad û yadweriyan de bo ser mezarê serok Mam Celal erke, û pêwîste em cê bi cê bikin û ev yek wek wefadarîye li hemberî xebat û tekoşîna ku rewanşad Mam Celal ji bo doza Kurdî û pêşxistin û parastina wê di saziyên navneteweyî de ye.

Xelat-Roşîn Serêkanî