Li Silêmaniyê 40`mîn salvegera şehîd Neco hat lidarxistin

Li Silêmaniyê 40`mîn salvegera şehîd Neco hat lidarxistin

Saziya Serok Celal Talebanî îro 6\3\2024 li bajarê Silêmaniyê merasîma 40`emîn salvegera şehîdbûna xebatkar, nîştîman perwer û hevxebatê serokê Mam Celal (Necmedîn Bûyûkkaya) ku bi (Neco) tê naskirin hat lidar xist.

Balyoz Mihemed Sabir Serokê Saziya Serok Celal Talebanî di destpêka merasîmê de gotarek pêşkêş kir û têde behsa kesayetî û xebat û fedekarî û rola şehîd NECO di şoreşa nû ya gelê Kurd û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de kir.

Piştre beşa arşîvê ya Saziya Serok Celal Talebanî kurte fîlmek li ser jiyan û xebata şehîd Neco (Selah) pêşkêş kir.

Her weha di beşekî din ya merasîmê de helbestvan Helo Şêrko Bêkes helbestek taybet bi şehîd Necmedîn Bûyûkkaya xwend.

Di dawiya merasîmê de nivîskar (Qadir Bûyûkkaya) derbarê pirtûka xwe ya bi navûnîşana (Şahidhalên Neco) ku taybte bi jiyan û xebata Necmedîn Bûyûkkaya ku bi zimanî Tirkî nivîsandiye axivî.

Şandeke Sekoya Kurmancî (Rojname û malpera Xelatê) ku ji mamosta (Hozan Efrînî û Dawûd Çîçek) pêkhatibûn beşdarî merasîmê bûn .

XELAT