HORÎ- Tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê

Nûnerê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriye (PPDK-S) li Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn, îro şemî 21/6/2025 bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di hevdîtinê de Elî Şemdîn bal kişand ser qonaxên ku tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê têde derbas bûne û heya gihêştina roja îroyîn.

Her weha Nûnerê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Herêmê Elî Şemdîn behsa rola serekî û dîrokî ya rewanşad serok Mam Celal Talebanî di damezrandina yekem partiya kurd li Rojavayê Kurdistanê de.

Serok Mam Celal bi xwe jî di sala 1957`an çû Qamişlo û ligel helbestavanê mezin ê Rojavayê Kurdistanê Cîgerxwîn û Nuredîn Zaza civiya û daxwaz ji wan jî kir ku tevlî partiya yekemîn a kurdî bibin. Tekez li wê yekê jî kir ku peywendiyên rewanşad Mam Celal û rewanşad Hemîd Hacî Derwîş nimûneyî û gelekî bihêz bûn.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

Xelat