Pêwendiyên gelê Kurd û Rûsya hatin gotûbêj kirin

 Pêwendiyên gelê Kurd û Rûsya hatin gotûbêj kirin

Pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Rûsya de mijarên serekî yên civîna di navbera Serokê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Celal Talebanî û rayadarên bilind yên welatê Rûsyayê bûn.

Her weha hewlên rewanşad Serok Mam Celal di danîna nexşerêya pêwendiyên gelê Kurd û Rûsya de bi bilind hatine nirxandin û herdû alî (Serokê YNK`ê û wezîrê derve yê Rûsya Sergî Lavrov û nûnerê serokê Rûsya Mîxaîl Boxdanov) hemfikir bûn ku pabendbûn bi wê nexşerêyê dibe bîngeha ferehkirina harîkarî û hemahengiyan di berjewendiya gelê Kurd û gelê Rûsya de.

Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî roja 28/3/2024 serdana Moskoyê paytexta Rûsyayê kir û li gel her yek li wezîrê derve (Sergî Lavrov) û Nûnerê taybet yê serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û welatên Afrîq (Mîxaîl Boxdanov) re civiya.

XELAT