Konferansa Navneteweyî ya Doza Kurdî û Rola Ciwanan

Konferansa Navneteweyî ya Doza Kurdî û Rola Ciwanan

Konferansa Navneteweyî Ya Doza Kurdî û Rola Ciwanan di Cîhaneke Guherbar de Zehmetî û Geşepêdan duh roja şemî 26/4/2025 ' an, bi rêve cû.

Her weha ew Konferans ku bi nave Konferansa Navneteweyî ya doza Kurdî û Rola Ciwanan di Cîhaneke Guherbar de Zehmetî û Geşepêdan tê naskirin, bi beşdariya hejmarek ji ciwanên Kurdistan û Lubnan û welatên Ewropayê û bi amadebûna seroka rêxistina VîM ê û berpirsê fermangeha rêxistinên sivîl û parêzgarê Silêmaniyê li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîriya Kurdistanê dest pê dike.

Her di wê bare de, sernûserê Xelatê Hozan Efrînî jî wek endam û beşdarvanê penela wê konferasê ji Xelatê re ragihand: Ew Konferans gelek girîng bû, ji ber kû hem pirsa kurdî û hem rola ciwanan di cîhaneke guherbar de zehmetî û geşepêdan de bû.

Di vê rewşa han a cîhanê de, rola jin û ciwanan gelek girînge û bi taybetî li Kurdistanê, ji ber ku Kurdistan xwedanê şarestaniyetên cur bi cur e û ji Sumariyan ve bigre heya Med û Mîdiyan û roja îro ku bi sedan berxwedanî û tomarkirina destanan.

Her weha derbarê dîroka Efrîn û bi taybetî Horiyan ku destpêka resentiya êl û pêkhatên kurdî ye.

Derbarê hebûna kelhaya Horî li Efrînê û cihên kevnar û resentiya dîroka Efrînê a Kurdistanî de, min şirove kir û ji penelê re bi zelalî anî ser ziman.

Ciwan nabe ku bikevin bin fişaran, bi berevaja, pêwîste ciwan herdem li pêş bin û destek ji wan re bête dayîn û wan gerim bikin, ji ber  ku ciwan hem agirin û hem av in, eger mirov wan qezenc bike, wê demê civak sûdmend dibe, eger na, wê demê, wê civak tevlîhev bibe û wê rewşa ciwanan têk biçe û nelibar bibe. ji bo paşerojeke geş û xweş ku dilê wan hemûyan şad û kemeran be, pêwîste konferans û seminar û perwerde û nirx bêhtir ji wan ciwanan re bê dayîn û rola wan geştir bikin tako bi berpirsyartiyê bihesin.

Xelat-Roşîn Serêkanî