Merasîma veşartina 22 Êzidiyan li Şengalê birêveçû
Merasîma veşartina 22 Êzidiyan îro 13/8/2025 li Şengalê bi amadebûna hêjmarek welatiyan û kesûkarên qurbaniyan birêveçû
Bi hezaran Êzidî li Şengalê ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve di meha Tebaxa 2014`an de hatibûn qetilkirin û di gorên komî da hatibûn veşartin. Bi vekirina gorên komî re hestiyên qurbaniyên fermanê ji bo destnîşankirina nasnameyên wan ji bo dadweriya pizîşkî ya Bexdad û Mûsilê hatibûn şandin.
Her weha piştî aşkerebûna nasnameyên 22 qurbaniyan îro li bîrgeha gundê Solax ya Şengalê merasimeke fermî hat lidarxistin û bêne veşartin.
Heta niha li Şengalê 93 gorên komî û 13 gorên takekesî hatine dîtin. Cenazeyên 798 welatiyên Êzîdî ji bo naskirinê ji Bexdayê re hatine şandin. Bi gihîştina qonaxa heştemîn a cenazeyan re, 296 cenaze hatine vegerandin.
XELAT
