Bi helkeftina (39) ji koçbûna Seydayê Cegerxwîn 

Bi helkeftina (39) ji koçbûna Seydayê Cegerxwîn 
Hêjano: Bi helkeftina (39) ji koçbûna Seydayê Cegerxwî , bo we ,li ser jiyana wî ev gotar.

Nivîsîna dîrokzan û zimanzan: BIRADOSTÊ MÎTANÎ

Di bîranîna 39an de ji koçbȗna seydayê mezin CEGERXWîN a 22-10-1984 z

Dayikbȗna wî :

Wî çavên xwe vekirin li gundê HESAR ê yê bi bajarê Mêrdînê ve girêdayî ye di 1903 z de. Nav ê wî șêxmȗs Hesen e.

Jiyan û Gește jiyana nemir CEGERXWîN :

Seydayê cegerxwîn bi zarokî gelek șepirzeyî dît piștî dê ȗ bavên wî çȗne ser dilovaniya xwedayê xwe, ta bi șivantiyê di kir,ȗ xwîșka wî ew xwey dikir , di ber e feqetî dixwend li gundê Bêdermemo li cem mele se'idê mele ibêd ȗ li gundê Hesarê li cem qîza wî Xoca bi dawî kir .

Li gelek gundên Mêrdîn ê ȗ Amed ê gerihaye ta temenê wî biwe 15 salî ew hatiye Amȗd ê , di çanda olî de berdewam kir

Ta bȗ mela li hinek gundên Cizîr ê mîna : Tilși'îr ê ȗ Hasid ê lê piștî bȗ stȗna tekoșîna raman ȗ wêjeya Kurdî stemekarên Rêjîm ê Rojava lê kirin zindan, lewra koçberî bȗ behra wî ,ji Rojava ȗ Sȗrî derket, ber bi Libnan ê,Bașȗr ê Kurdistan ê , Iraq ê , rojhilatê kurdistanê(senendec) ,Elmaniya,Nerwêc,Ferensa,Belcîka,Finlenda,Rosya ȗ Siwêd ve çȗ, lê qewîtiya wî ew bȗ berya herê ser dilovaniya xwedayê xwe ku wî li mala wî li Qamișlo binax bikin , lewra geșta wî bi dawî bȗ 22-10- sala 1984 dema cendekê wî yê pîroz anîn mala wî veșartin li qamișlo ȗ niha gora wî biwe serdana gelê kurd her sal weke îro .

Rola Seydayê Cegerxwîn :

Rola vî hêjayî bê hempa bȗ ta îro roniye ji mere,ew kesekî dih kes bȗ : siyasetmedar , tekoșer, helbestvan, civaknas , dîroknas , zanyar , filiklornas , kurdperwer ȗ ronakbîr bȗ ser hemȗ astan .

Bizava wî:

1927 tevlî komela Xoybȗn bȗ, 1937 yana ciwanên kurd li Amȗdê ava kir bi hevalên xwe re, 1946 dîse bi hevaline xwe re komela Azadî ȗ yekîtiya kurdan ava kirin, 1949 tevlî partiya komonîzmî sȗrî bȗ, piștre bȗ endamê komela bangexwazên așîtiyê , 1947 bȗ endamê partiya azadiyê ,piștre bȗ endamê partiya dîmuqratî kurdî sȗrî ya ku avabȗ 1957. Di sala 1967 de bȗ endmê komîta navîn ya partiya dîmuqrata pêșverȗ kurdî sȗriya , ȗ ma ser karê xwe di vê partiyê de ta çȗ ser dilovaniya Xwedayê xwe li Siwêd .

Berhemên Seydayê Cegerxwîn :

Dîwanên sewra azadî ,Kîme ez ,çîm ȗ Gulperî ,șeveq ,Hêvî ,Ronak , Zendavista ,çîroka Seler ȗ Mîdya , ferhinga kurdî kurdî , Dîroka kurdî , Destana șahname , Kovara Gulîstan , çîroka Reșo Darî,șepal ȗ Stêr ȗ pertȗka jînenîgarya min ( yanî serpêhatiyên min ) ȗ gelek berhemên ne çap kirî.

Bi dawî :

Seydayê Cegerxwîn evîndarê doza netewî ,girêdayî berxwedana resen , Dilsozê șoreșa netewî ,hêvîdarê azadiya kurd ȗ Kurdistan , Pêwendedarê giyanê șervanan bȗ , lewra sembola rewșenbîr ȗ nivîskar ȗ siyasetmedarên welatparêz e, yên rast ku ew in îro li pey șopa wî diçin , di berxwedana azadiyê de ya dibe li herçar parçên Kurdistanê , bi taybet li Rojava ,nexasim a îro dijî dagirkerên Tirk û çeteyên wê dibe bi destanên berxwedanê bi tekoșîna YPG , YPJ û

HSD û miletê me yê berxwedêr , ew in hêviyên S.CIGERXWÎN . Di vê helkeftê de em dibêjin li gorî rewşa vî şerê qirêj ê bi ser me de hatî ,ji me rewşenbîran tê xwestin ku em van serkeftinan tomar bikin , bi pênȗs û pîşeya xwe, bi çi helbest ,yan çi çîrok, çi roman, çi gotar, çi huner û raman .

 21_10-2023z .1-8 -2635 kurdî

Eve jî dîmenekê kevin yê seydayê Cegerxwîne ...

 XELAT