Perlemana Swîsrayê Cenosîda Êzidiyan nas kir
Perlemana Swîsrayê qirkirina xelkê me yê Êzidî nas kir û ji bo qurbaniyan daxwaza tazmînatê kir.
Perlemana Swîsrayê di daxuyaniya xwe de got: “Komkujiyên di sala 2014’an de li Bakurê Êraqê li dijî Kurdên Êzidî yên Şengalê hatin kirin, weke cenosîd hat naskirin.
Herwiha daxwaz ji Encûmena Federalî kir ku li ser asta navdewletî kar ji bo qerebûkirina qurbaniyên van tawanan bike.
Di daxuyaniyê de Perlemana Swîsrayê bi awayekî tund destdirêjî û kuştina sîstematîk a li ser gelê Êzidî û wêrankirina şûnwarên çandî yên li Şengalê bi tundî şermezar kir.
Neteweyên Yekbûyî beriya niha jî ev Tawana li Şengalê çêbuyî bi cenosîd ragihandibû û daxwaz ji welatên din jî kir hewl bidin vê tawanê weke cenosîd nas bikin.
XELAT
