Pirtûka Kesk û Cemedane ji bo Qezafî

Pirtûka Kesk û Cemedane ji bo Qezafî

 Têkiliyên Mam Celal û Muamer Qezafî

Pirtûka Kesk û cemedane ji bo Qezafî

 

Têkiliyên rewanşad Serok Mam Celal Talebanî û Serokê berê yê Lîbyayê (Muamer Qezafî) têkiliyeke asayî nebû, belkû dostayetiya du serokên bû navbera du kesayetî û rêberan de, yek ji wan şakarê Asyayê ye û yê din jî bi dehan navûnîşanên Afrîka li ser xwe ceribandiye.

Ev hevsoziya pişka herî zêde pêwendî bi alîkarî û piştevaniyên rêberê şoreşa Lîbyayê heye ji bo Kurd û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê. Ku di serdemên gelekî tal û dijwar û tengane de bi çek û cebilxane û bi gotina xêr û beyan û peyamên piştevaniyê ji bo rizgarî û azadiya kurdan kiriye. 

Kesayetiyekî siyasî yê Lîbyayî siruşta wan têkiliyan dupat dike û îtîraf bi wê yekê kiriye ku Qezafî ji bilî piştevanîkirina li tevgera rizgarîxwaz a kurd li Êraqê, gelekî bi kesayetî û jîrbûna serok Mam Celal matmayî bûye û hertim bi rêz û hurmet mamele pêre kiriye.

Ew kesayetiyê Lîbyayî dibêje: Pêwendiyên Mam Celal li gel Ereban gelekî baş bûne û bihêz bûne û pêwendiyên Mam Celal li gel Qezafî her gelekî baş bûye. Carekê Mam Celal pirtûk Kesk a bi zimanê Kurdî pêşkêşî Qezafî kiribû, ku Qezafî bi xwe nivîsî bû li qada siyasî û rewşenbîrî de bibû çavkaniya miştûmiran.

Di dawiyên salên 70`an de Serok Talebanî cemedanekî reş û spî a kurdî pêşkêşî Qezafî dike wek diyarî, Qezafî jî li beramber de cil û bergekî resen a Lîbyayî dide Mam Celal ku carekê wêneyekî Mam Celal bi wan cilan digel Qezafî de derdikeve ku komek û cilekî lîbyayî li xwe kiribûye.

Xelat