Bi Roşîn re - Hunermend Kamîran Şemdîn

Bi Roşîn re - Hunermend Kamîran Şemdîn

Hunermend Kamîran Şemdîn ji bajarê Qamişloyê ye û niha li welatê Holanda dimîne bû mêvanê bername (Bi Roşîn re) û di destpêka gotina xwe de, kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna bernameya (Bi Roşîn re) anî ziman û her weha spasiya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê kir ji bo vê derfetê ku wê li ser hunera karêkatêriyê biaxive.

Li ser kurte jiyana xwe Kamîran Şemdîn got; ez (Kamîran Şemdîn) min li bajarê Qamişlo jiyana xwe derbas kiriye û di sala 1999`an de koçberî welatê Siûdî bûme û piştre diçim Herêma Kurdistanê û dûvre min berê xwe da welatê Holandayê û niha li vir dijîm.

Bernama (Bi Roşîne Re) li cihê Bernama Jiyana Kurmanca di werzê nû ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de bi were dibe ku li bajarê Silêmaniyê tê weşandinê û ji aliyê mamosta Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin û xeleka yekem bi mêvandariya hunermendê karîkatorîst yê Rojavayê Kurdistanê mamosta (Kamîran Şemdîn)re ye ku ji bajarê Qamişloyê ye û li Holanda nîştecihe.

Şemdîn dibêje; Min li karê şêwekariyê hez kiriye û di bin Bandora birayê xwe yê mezin (Elî Şemdîn) de bûme ku karê şêwekariyê dikir û ji sala 2009`an ve bi temamî min dest bi hunera karêkatêriyê kiriye. Ez tu carî nikarim ji karê huneriyê dûrkevin û zêdetir min xwe di hunera karêkatêriyê de didît.

Ew yek jî anî ziman ku, karîkatêr ne wek tabloyeke şêwekariyê ye belku ya esas hizre- fikre ye dikarim bêjim ku gelek tabloyên min yê şêwekariyê yên ne temamkirî hene lê yên karîkatêriyê tune ne. piraniya karîkatêr li ser jinan e ji ber ku jin gelekî balkêş û giringe.

Kamîran Şemdîn bal kişand ser wê yekê jî û got: Mîdyeya Kurdî di warê pêşxistina hunera karêkatêrî de lawaze û piştgîrî jêre tune ye çi ji kovar ya rojname yan mîdyayên din ji bo pêşxistina hunera karêkatêriyê çi li Rojavayê Kurdistanê û yên Herêma Kurdistanê. Mixabin rojnameyên Kurdî giringî nadin hunera karêkatêriyê.

 Temamiya hevpeyvînê di vê vîdyoyê de temaşe û guhdarî bikin.... 

XELAT