Nivîsek ji pirtûka min a Jîyan bi kurdî xweş e!

Nivîsek ji pirtûka min a Jîyan bi kurdî xweş e!

Nivîskar: İkram Oguz

Çend gotinên pêşîyan!..

Gotinên pêşîyan di edebîyata Kurdî ya devkî da gotinên

pêşîyan cîheki gring digrin. Wek hemû miletên li rû dinê

Kurd jî li van gotinan xwedî derketine û bê qeyd û bend

hata îro anîne.

Wek tê zanîn ku rastîya gotinên pêşîyan gorî encamên

zanyarî nehatine cêribandin, lêbelê rastîya wan bi

tecrûbêyen salan va hatîne îspat kirin. Ji ber wê yekê ye

ku her pêşgotinek bi serê xwe gelek tiştan di nav xwe da

dihêwirîne.

Di gotinên pêşîyan da her xalên civatê tên dîtin. Ew, çêyî û

xirabîyên civatê, rewşa olî û aborîya civatê, têkilîya mêr û

jinan, têkilîyên serdest û bindestan hwd. bi kurtayî tînin

ziman…

Gotineke li ser têkîlîya jin û mêran:

Jina xirab ketîye destê merê çê, ne tê kuştin ne jî tê berdan!..

Mirov dikarê di vê pêşgotinê da cîhê jin û mêran buguhurîne û wuha jî bikar bîne:

Mêrê xirab ketîye dest jin a çê ne tê kuştîn ne jî tê berdan!..

Wekhevîya jin û mêran:

Şêr şêr e, çi jin çi mêr e!..

Mêr çem be, jin behr e!..

Rastî û durustî:

Çêleka bi dizî tê ga, eşkere dizê!..

Dawîya derewan heta nîvê şevê ye!..

Dewlemendî û feqîrî:

Hê hesp tu ne, lê afir jê ra çê dike!..

Bêrika feqîran vala, dilê wan tijî ye!..

Jiyan bi kurdî xweş e!

Jîr û teralî:

Heger havînê tu li ber sîyê pal bidî, tu yê zivistanê jî zikê

xwe mist bidî!..

Kesê ku havînê serê wî kelîya be, zivistanê jî kasika wî dikele!..

Çavnebarî û çavbirçîtî:

Tu ji min ra çi dixwazî, bila Xwedê du qatî wî bide te!..

Pîrê bawer nedikir mêr bike, mer kir niha doza malheyştekê dike!..

Tirs û cesaret:

Berxê nêr ji bo kêr e!..

Ji şertên mêranîyê 99 neh, rev e!..

Axa û xulam:

Malê axa tere, canê xulam derdikeve!.

Şêx û mele:

Mirûdê nezan şêxê xwe şaş dike, şêxê nezan jî mirûdê xwe

di erdê ra kaş dike!..

Xwerina xweş cemaatê dikşîne ser sifrê, melayê şaş cemaatê dibe ser kufrê!..

Piştî van gotînên xweş û zêrîn dixwazim bi pirsek B.

Franklin nivîsa xwe biqedînim.

“Di dilê kesên din da li qencîyê, di dilê xwe da li xirabîyê bigerin.“

XELAT