Kurteyek ji jiyannameya zimanzanê Kurd `Deham Ebdulfetah`

Kurteyek ji jiyannameya zimanzanê Kurd `Deham Ebdulfetah`

Zimanzan, Nivîskar û wergêrê kurd yê navdar Deham Ebdulfettah, di sala 1942‘yê de li gundê Belê ku girêdayî devera Amûdê ye, ji dêya xwe bûye.

Di 6‘saliya xwe de diçe bal melayê gund, da ku hînî Qur‘anê bibe.

Tenê salekê li bal mele dimîne û xwendina xwe ya Qur’anê temam dike.

Lê di wê hingê de zimanê wî li awayê bilêvkirina bêje û tîpên Erebî, baş vedibe.

Paşê tevlî dibistana gund dibe.

Xwendina seretayî diqedîne û li dibistanên bajarê Hesekê xwendina navîn diqedîne, da ku paşê li zanîngehên Şam û Helebê xwendina Wêjeya Erebî û Mamostetiyê temam bike.

Di zaroktî û destpêka ciwaniyê de, ji hêla handêrbûna ber bi Kurdiyê ve, bandoreke mezin a melayên gundê Belê li ser Deham Ebdulfetah hebû.

Nemaze Mele Ehmedê Palo, dema ku li pêşber Deham Ebdulfetah destnivîsên xwe yên ferhengî û rêzimanî radixstin û li gel hevalên xwe yên mele diket di nava nîqaşan de, wê hingê ew rewş û seqa, xwesteka zanîna bi zimanê dayîkê, li bal Deham Ebdulfetah geştir dikir.

Destpêka geşta xwe ya nivîskariyê, Deham Ebdulfetah gotar û helbest bi zimanê Erebî dinivîsandin, lê paşê bi yek carê zimanê Erebî da aliyekî û tenê bi zimanê Kurdî nivîsand.

Piştî 8 salan ji xerîkbûna bi xwendina rêziman û ferhengên Kurdî ve, êdî Deham Ebdulfetah di sala 1989’ê de bi aweyekî fermî dest avêt pênûsê, da ku hest û boçûnên xwe bi Kurdiyeke resen li ser pelê bi cih bike.

Bi saya xebateke dûr û dirêj ku hetanî aniha jî berdewam e, Deham Ebdulfetah 12 berhemên giranbuha li pirtûkxaneya Kurdî bar kirin û aniha jî 3 berhemên wî li ber dest in.

***Berhemên Çapkirî

Peyvînek Bi Kurdekî re (wergerandin) bi erebî, Şam (1989)

Li Ber Dergehên Laleş (Helbest) bi kurdî û erebî, Şam (1990)

Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî (Rexne) Şam (1992)

Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî (Lêkolîn), Şam (1993)

Di Muzîka Helbestên Kurdî De (Têbînî û Bersiv), bi eremî, Şam (1995)

Rênivîsa Zimanê Kurdî, Kombenda Kawa, Libnan (1998)

Dastana Gilgameş, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Amed Enstîtuya Kurdî (2006),

Nav Di Zimanê Kurdî De, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Amed (Enstituya Kurdî (2006)

Cînav Di Zimanê Kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Amed (Enstituya Kurdî (2006)

Kar (Lêker) Di Zimanê Kurdî De, Amed, Enstîtuya Kurdî çapa yekem (2011), Duhok, Spîrêz, Çapa duyem (2012), bi alfabeya erebî.

Yarsan (Elhî Heq), Amed, Lîs (2017)

Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî (Kurmancî), Lîs (2018)

 XELAT