Cudahiya di navbera helbest û çameyê de

Cudahiya di navbera helbest û çameyê de

Nivîskar: Dilawerê Zengî

 

 Helbest: Çemeke giştî ye ku hemû şêwe û tewreyên nivîsandinê yên ku ji bo derbirîna raman û hestan xwe dispêrin zimanê girîmanekî, hest û xeyalê vedihewîne. Helbest dikare bi şêweyê çameyekê, çameyeke pexşanî, stranekê, an jî her şêweyekî din ê derbirîna wêjeyî be. Helbest axaftineke  bi kêş û bare ye, ku wateyek taybetî dide. Hin zanyarên wêjeyê hizûbîr kirine ku helbest ew axaftin e ku bi zanebûn tê gotin û ne ji xweber. Ger wisa be, wê demê jê re helbest nayê gotin, her çend pîvandî û bi kêş û bare be jî.

Helbest wekî şêweyekî hunera wêjeyî ya ziman tê dîtin, ku tê de ravekirin, pesindan û şêwazên bedewî hene, û axaftin ne zelal û rasterast e. Ew dikare bibe axaftina serbixwe an çameyên cuda, an jî dikare wekî yek ji hunerên helbestî were dabeş kirin, wekî sirûd, deqên helbestî, an helbesta pexşanî. Ji hêlek mînok ve, helbest dikare wekî hest û pêhest were pênase kirin, ji ber ku helbest riç û bandorê li hest û pêhestên xwendevan dike.

Çame: Berhemeke helbestî ya sînordar e, ku ji hejmarek malikan (bi gelemperî deh an jî zêdetir) pêk tê, li gorî hin azînên pîvan, kêş û bareyê tevdigere û bi giranî biyavek yekane vedibêje. Bi gotineke din, çame cureyek  ji cureyên helbestê ye. Çame cureyek wêjeya Kurdî ye ku ji helbest û pexşanê pêk tê. Ew li ser du hêmanên bingehîn disekine: kêş û bare. Lê di serdema me de, cureyek sêyem a ne sînordar derketiye holê, çi helbest be çi jî pexşan be. Çame, li gorî pênaseya xwe ya kevin, biyaveke helbestî ye ku ji hejmarek malikan pêk tê, bêyî ku hejmara wan naskirî û sînordar be, çi dibe bila bibe. Ew taybetmendiyên ku bi serdemên guherbar û nûvekirî re diguherin dihewîne. Di serdema kevnar, çame yek ji şêweyên hunerê yên herî bilind û girîng bû. Di wê demê de, helbestvan ji hêla rewşa xwe ve bi tu kesî re bêhempa bû.

Di demên kevnar de, çame wekî helbesteke stranî dihat nasîn, ku li dora biyavên cûrbecûr digeriya, wek bûyerên dilarî, evîndarî, pesnê mîr an axê hozê û pesnê began bûn. Her wiha çame ji bo şîngirtina windakirina hezkiriyek an jî ji bo derbirîna evîna paqij û bedew ji bo wê dihatin xwendin.

Cudahiya di navbera helbest û çameyê de

Çame ji hejmareke malikan pêk tê ku sernavek wan a nîşankirî û taybetî heye. Ev malikan li ser biyavek yekgirtî danûstendinê dikin û bi wê ve sînordar in, bêyî ku ramanên cuda û ji hev dûr hebin. Helbest ji hêla biyavên ku ew vedibêje ve ji çameyê gelemperîtir e. Ew cureyek ji cureyên wêjeyê ye ku çameyê dihewîne. Ew du cureyan dihewîne: helbesta klasîk û helbesta azad. Her wiha çame rêzên malikan ku di tîpa xwe ya dawî de yekgirtî ne û du an jî zêdetir tîpên beriya wê hene, hildigire. Ew hejmarek ji pêlên helbestê dihewîne, ku malika helbestî pêk tînin û li ser pergaleke ahengî û awazî ya bi navê "pêlewaz" hatiye avakirin. Lê helbest dikare azad be, ango helbestvan bêyî ku bi hin azînan ve girêdayî be, ku divê di çameyê de werin şopandin, wê bibêje.

XELAT