Li Qamişloyê Pêşangeha Tabloyan
Di 18ê Hezîrana 2025an de, 9emîn pêşangeha salane ya hunerên bedew li Navenda Mihemed Şêxo li bajarê Qamîşloyê ya Rojavayê Kurdistanê hate vekirin, ku ji aliyê Encumena Çandî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate organîzekirin, ku hejmarek hunermendên jêhatî beşdar bûn û sê rojan dom kir.
Hevserokê Desteya Çandî û Şûnwearan yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Serfiraz Şerîf ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: Nehemîn pêşangeha salane ya berhemên hunerî û hunermendên Rojavayê Kurdistanê li Qamîşloyê bi beşdariya hemû civakên herêmê dest pê kir, ku tê de 74 tabloyên cûda hatin pêşandan.
Got jî: "Armanca me ya sereke ew e ku asta wênesaziyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi giştî bilind bikin, ji ber ku gelê me li Sûriyeyê bi salan e di şer û pevçûnan de dijî û em dixwazin êşa gelê xwe nîşan bidin.
Ji Aliyê xwe ve endamê komîteya amadekar a pêşangehê (Ebdilmecîd Xelef) got: "Armanca me ew bû ku berhemên hemû hunermendên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê, tevî hemû civakan bê cudahî, werin pêşandan."
Ebdilmecîd Xelef diyar jî kir ku, tabloyên hatine pêşandan çanda Kurdî û êşa gelê Rojavayê Kurdistanê vedibêjin ku bi hezaran salan li ser vê axê dijîn û bala xwe dane hunera wênesaziyê.
Hêjayî gotinê ye ku, Pêşangeh bi çend çalakiyên hunerî yên wekî muzîk û helbest bi dawî bû.
XELAT/Kurdistanî Nwê
