Kurdên Azirbêcanê

 Kurdên Azirbêcanê

Weşanxana Înstîtûta Azirbêcanê ya Zanyarî-Lêkolînê

 Bûkşpan

 Kurdên Azirbêcanê 

Laçîn

Kelbecar

KSS (Komara Sovyêtî ya Sosîyalîstîyê) Naxçiwanê

Amadekar û werger: Têmûrê Xelîl

 Bekû, sala 1932a

 Pirtûkê da li ser bingeha nivîsên zanyarî yên kesên ji Awropayê (E.B.Soane, Mînorskî, Benzegr, A.Wîlson û yên din) herweha qala her çar perçên Kurdistanê, şerê kurda yê ji bo azadîyê (serhildanên bi serokatîya Bedirxana, Yezdanşîr, Ubeydulle), destdirêjayên împêrîyalîzmê, têkçûna biryarên Lozanê, mîrîtîya Şeddadîya û h.w.d. da jî tê kirinê.

Ev pirtûk piştî rêwîtîya êxpêdîsyoneke zanyarî li Kurdistana Sor, Naxçiwanê û Qerebaxê hatîye nivîsar û serokê êxpêdîsyonê A. Bûkşpan bi xwe bûye.

Di vê berhemê da çavkanîyên ji pirtûkên zaynar-rohilatzanên di cihanê da bi nav û deng hatine bikaranînê.

 

Pirtûka A.Bûkşpan û qedera kurdên Azirbêcanê

 Şekroyê Xudo

Akadêmîk, doktorê dîrokê, profêsor

 Sala 1931ê rohilatzan-kurdzanên Azirbêcana Sovêtîyê ya berê li herêma Kurdistanê û warên komara Azirbêcanê yên mayîn da, ku kurd lê diman, êkspêdîsyoneke dîrokî-êtnografî pêk anîn. Armanc û pirsdanînên ewê êkspêdîsyonê di pêşgotina pirtûka A.Bûkşpan ya bi sernivîsa "Kurdên Azirbêcanê" da cî girtine. Meriv dibê qey ev tiştekî xêrxazîyê ye û ev kar gorî wê sîyasetê hatîye kirinê, ku dîwana Sovêtîyê hindava gelên kêmjimar da, di nav wan da kurda jî, derbaz dikir.

Di çarçova wê sîyasetê da, ku dewleta Sovêtîyê îlan kiribû bona pê bihese çika miletên kêmjimar di çi rewşê da nin û bona qedirgirtina mafên wan yên êtno-kûltûrî, li herêma Kurdistanê (bi biryara dewleta Azirbêcanê ew ji sala 1923a wek otonomîya kurda hatibû îlankirinê)  çend êkspêdîsyonên êtnografî hatine derbazkirinê. Gorî malûmatîyên, ku ketine destê me, wan çaxa du êkspêdîsyonên usa hatine derbazkirinê. Ya pêşin di sala 1929a bi serokatîya profêsor V.A.Gûrko-Kryajîn hate derbazkirinê, ku bi gotarên xwe yên derheqa tevgera kurda û pirsa kurda da, ku tê da gelek nerastî hebûn û bi ruhê wan dema hatibûne nivîsarê, "deng dabû". Serokê êkspêdîsyona duda xudanê evê pirtûkê A.Bûkşpan bû. Endamên vê êkspêdîsyonê ev kes bûn: dilxwazê kurda yê mezin Î.Morogûlovê aşûrî, ku ji Ermenîstanê bû, mamostayê zimanê kurdî Samed Şahsûvarovê ji gundê Mînkendê, navça Laçînê û yên mayîn.

Gelo ev êkspêdîsyon çi dan, gelo ew rewşa civakî-kûltûrî ya kurdên Azirbêcanê, ku piştî wan êkspêdîsyona endamên wê raxistine ber çevan, çawa bû? Derheqa êkspêdîsyona pêşin da em vê yekê dikarin bêjin: merî dikare xebatên Gûrko-Kryajîn yên salên 20-30î rexne bike, ji ber ku kil û kêmasî tê da hene, lê tu kes nikare înkar bike, ku ew bi profêsyonalî hatine nivîsarê û ew derheqa kurda da xwedî zanebûnên pir e. Bi vê yekê ra girêdayî merî dikare texmîn bike, ku berhem û lêkolînên wî gerekê balkêş bûna. Wek xuya ye, ew balkêşî bûye sebeb, ku nivîsên wî "betavebûne" ("unda bûne"), ji ber ku ew nivîs, wek yên ku piştî derbazkirina êkspêdîsyona duda ya bi serokatîya A.Bûkşpan hatine nivîsarê, dikaribûn rewşa kurda û çanda wan bi awakî zelal banîyana ber çeva û li ser wê bingehê jî gerekê pirsgirêkên pêşdabirina çanda wan çareser bikirana û rewşa wî miletî bidana xweşkirinê. Lê di wan dema da ev hemû îdî nedihate hesabê azirîyan.

Çima? Ji ber ku îdî dem ne ew dem bû, sîyaseta nû berê xwe ji kurdên Azirbêcanê guhartibû.

Rast e, pirtûka Bûkşpan "Kurdên Azirbêcanê" bi gelek şaşî û kêmasîyan va dagirtîye, lê ew bi wê yekê va balkêş e, ku pirî-hindikî dêmê (bengz, rû) herêma Kurdistanê tîne ber çeva, tê da malûmatîyên hewaskar hene derheqa jimara kurda, rewşa wan ya civakî-aborî da.

Bîr û bawerîyên xudanê pirtûkê, cûrê analîzkirina lêkolînên wî yên derheqa kurda da bi ruhê wê demê va hatine nivîsarê û raberkirinê. Ewî hemû îzbatîyên bin destê xwe da yên derheqa kurda da bi lûla "pêvajoya şoreşgerîyê ya hemcihanê ya bin ala Marksîzm-Lênînîzmê" ra derbaz kirîye.

Sîyaseta "piştgirîya gelên bindest", ku dewleta Sovêtîyê îlan kiribû, ser kurda derbaz nedibû, ji ber ku pêwendîyên dostanîyê bi Tirkîya kemalîstîyê û daxaza, ku seba xatirê kurda pêwendîyên xwe bi Îranê ra xirab nekin, bûne faktorên sereke di sîyaseta Sovêtîyê ya hindava kurda da.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku bi tevayî li Yektîya Sovêtîyê di sîyaseta dewletê ya hindava gelên kêmjimar da gelek xalên baş hebûn. Kurdên Sovêtîyê jî bona pêşdabirina çanda xwe ji wê sîyasetê karê ketin. Di vî karî da pirsa derheqa kurdên Azirbêcanê da cîkî giring digire. Derheqa wan da emê li jêr ji we ra şirove bikin.

Giringî û qîmetê pirtûka Bûkşpan di wê yekê da ne, ku ew bi îzbatî, malûmatîyên statîstîkîyê û lêkolînên xwe va, ku endamên êkspêdîsyonê di dema karkirina xwe ya li navçeyên kurda yên li Azirbêcanê berev kirine û amade kirine, alî me dikin, ku em pê bihesin çika berî pêkanîna sîyaseta helandinê hindava kurdên Azirbêcanê da rewşa kurda li wira çawa bûye.

Bona ev problêm bi awakî zelal bê ber çeva, pêwîste qe na em bi kurtî dîroka kurdên Azirbêcanê bînine ber çeva.

Berdewame... 

XELAT