Strana mirinê…

Strana mirinê…

Nivîskar: Konê Reş

 

Di temenê 72 salî de, di nav çar dîwaran, xwendin, ponijandin û sîbera zêrevaniya mirinê de, rojên xwe derbas dikim..

Ev rojên ku mirin li kêleka min rûniştiye..

Li min mêze dike û ez lê mîze dikim?

Zanim wê rojekê min bikuje..

Di baweriya min de hovîtiye ku xwe jê bitirsînim..

Çima ez ê jiyana xwe di tirsa wê de derbas bikim..?

 Jê re nabêjim; nêzîkî min nebe..

Ew jî ji min re nabêje; îro an sibe ez ê te bikujim û derfeta hezkirina jiyanê dide min ku ez karê xwe berdewam dikim..

Ew dihêle ku ez bi xwe û derdora xwe bihisim ku va ez heme..

Nav di min de dide ku bê tirs kêlîkek temenê xwe badilhewa derbas nekim..

Ez jî di bin zêrevaniya wê de, li ber xwe didim û hez rojên jiyanê dikim..

Mirin çi qenc e ku derfetê dide min ku ez his û hestê xwe yê îro binivîsim..

 Erê..

Spasiya wê dikim ku hiştiye ez hezkirina xwe ji jiyanê re diyar û eşkere bikim..

Bi hêvî me kes şaş fam neke..

 

Qamişlo 18/7/2025

XELAT