PAŞPIRTIKÊN HEZKIRIN Û PIÇÛKXISTINÊ

PAŞPIRTIKÊN HEZKIRIN Û PIÇÛKXISTINÊ

DI ÇANDA KURDÎ DE

PAŞPIRTIKÊN HEZKIRIN Û PIÇÛKXISTINÊ

Nivîskar û Zimanzan: Zeynelabidîn Zinar

 

(Ji bo ku stîl û hawayê mînakan xira nebin, wek PDF jî pê re hatiye weşandin)

Di Çanda Kurdî de, bi piranî di nava Kurdên kurmanc de, hin peyv hene ku mirovan piçûk didide xuyakirin û eynî peyv hizkirinê ji bo mirovan didine eşkerekirin.

Hin car ji bo peyvên wisa NÎŞAN û hin car jî ji wan re PAŞPIRTIK têne gotin.

Bi giştî peyv ev in: O…, …Ûk, …ik, …ok, …kok, …îl, …îlik, …îlok, …île, …ûle, …elek, …elok.

Eger ji bo hezkirinê bêtin gotin, ev e çend mînak li jêrê ne:

ezOyê rindik.

piçÛKa bavê xwe.

piçIKek goşt bide bavê xwe.

piçOKa xwînşêrîn.

piçKOKa rindik.

piçÎLeka delal.

piçÎLIKoka lihevhatî.

piçÎLOKa meşwerdek.

piçÎLEka min bedew e

piçÛLEyê rinda gundan e.

piçELEya taxê ye.

piçELOKa ber dilan e.

Îcar meriv dikare di van mînakan de peyvika ŞÊRÎN, XWEŞIK, ŞEMIK, SÊV, HINAR û wekî din jî mînak bi kar bîne.

Lê eger ji bo piçûkxistin û bêrûmetkirinê bêtin gotin ku meriv navên kesan bi kar bîne, ev e çend minak li jêrê ne:

totÛKa toreder (Totê)

qicIKa neseqirî (Qicê)

fatOKa gurrî (Fatê)

cemKOKê dizek (Cem)

cemÎLeka çavlider (Cemê)

piçÎLIKê virek (Piço).

fatÎLOKa belqitî (Fatê).

xemÎLEka kûtxwur (Xemê).

hokÛLEyê gavanok (Hoko).

qoçELEyê parsek (Qoço).

keçELOKa gurrî (keç).

Bi hêviya lêkolînine serkeftî di ware Çanda Kurdî de.

04/ 04/ 2024. 21:14

XELAT