Destana ZEMBÎLFIROŞ

Destana ZEMBÎLFIROŞ

Nivîskar û Dîrokzan: Biradostê Mîtanî

 

 Ji ber wî zembîl yanî selik difirotin navê wî bû ZEMBÎLFIROŞ . Lê dibêjin navê wî ÛSIV E ,hingî xweşik bû weke pêxember ÛSIV û carinan digotinê BINYAMÎN . Ew kurê mîrê COLEMÊRGÊ bû . Jiyana xwe di  xweşî û seyran û şevbiwêrkan  de derbas dikir, bi dost û hevalên mîna xwe re . Lê ji nişkan ve dev ji wê jiyanê berda û tevlî civaka Kurdî ya giştî bû.  Li gund û taxan  û bi destê xwe xebat dikir û selik çêdikirin û digerandin û difirotin bi ardê ceyî û garsî û genimî û bi xwarinê û êvaran bi ser zarokên xwe de bi wê xwarina rojana dihat .

Dema ew bi hevalên xwe re rojekê ji  nêçîr û seyranê dihatin , sima hespa wî  kete kortikekê de . Ew kortik vekirin , tê de termekî xortekî dîtin , hê laşê wî nû bû , xira nebûbû ,pştî çendên salan ji mirina wî . ZEMBÎLFIROŞ matmayî ma û xuhdanekê di aniya wî re avêt . Xwe gihande malê . Tayeke zor girt . Nojdar û hekîm anîne ser, lê ti nexweşî lê nedîtin ,. Camêrekî zana bi derûnê û nefsiyetê anîn , wî jê xwest ku jê re  tev  bêje îro çi pê re çêbiwe.

Jê re behs kir û nav axaftina xwe de behsa wî  termî dîtî jî kir .

camêr  got rast e , kesê bi keda destê xwe nanê xwe bixwe , gunihan neke , Xwedê di tirbê de jî laşê wî diparêze . Vê ramanê bandor li Zembîlfiroş kir û soz da xwe ku dev ji vê jiyana ku jê re qenciyan nayîne berde û bi keda destên xwe bijî.. 

Nerînek din heye .  Dibêjin dema bi hevalên xwe re ji seyrankê dihat ,di ber goristanekê re derbas bûn , bala wî hate kişandin ku jar û têr û mîr û gavan tev wê li cem hev mirî ne . Ji xwe re got nexwe ev dawiya me mirovane, kes ji kesî neçêtir e , lewra ev jiyan pûç e, ez ê qenciyê bikim û tevlî gel di civaka giştî de bibim

Piştî  biryara xwe da , ji hevjîna xwe re go:Tu azadî bi min re bê yan na . Hevjîna wî  piştî çi qas jê lûblûb kir ku ew ji biryara xwe vegere , ew ne vegeriha, neçar ma ku pêre bimîne . Lê dê û bavên wî çi qas fişar û zext lê kirin, ew ji  soz û toba xwe venegeriha .

Mala xwe bar kir ji COLEMÊRGÊ , dev ji qesir û xanedaniyê qeriha , ber bi SERHEDÊ ve çû û geriha li TETWANÊ  û gelek deveran . Ji ber niha şikeftek li pesera bakurê çiyayê BEROJ yanî QEREÇOX heye navê wê şikefta ZEMBÎLFIROŞ E . Ew digeriha û zembîl çêdikirin û ji xwe re difirotin û ber bi  ÊLIHÊ yanî BATMANÊ û ber bi FARQÎNÊ  yanî SILÎVA ve çû .  Li celdên FARQÎNÊ  dema wî zembîlên xwe difirotin , hevjîna mîrê dewleta MERWANÎ a berya hezar salî GUL XATÛN carinan dibêjinê BENÎ XATÛN û carinan dibêjin ew keça mîr bû û carinan dibêjin ew cariya mîr bû.

Dema GULXATÛN di pencerê re ew dît , hingî xweşik bû, ne bi dilekî ,bi sed dilî dilketiyê û du cariyên xwe rêkirin pey û  got bi çi awayî be wî bênine kelha min . Piştî carî çûne cem , hingî wan li ber hevda û pêve man ew hat .GULXATÛN hemû derî  lê daran û pê re ma bitenê û gotiyê min ji te hez kiriye . Wî got: Min tobe kiriye ,ez gunihan nekim( ji xwe li vir ez bêjim : Dengbêj û hunermend û helbestvanên KURD van gotûbêjan bi ristên mozîkî pir xweş dibêjin ,  û li cem min hene , lê ji bo ev gotar dirêj nebe min nenivîsandin )

Piştî ZEMBÎLFIROŞ çara xwe nabîne , dibêje ka misênek av ez ê çime destlimêjê . GULXATÛN werîsekî  tîne û bilingê wî ve girê dide  û serê wî dike destê xwe de. Ew  ji xwe ve  diçe avrêjê, lê bi pêpelûnkan ve diçe ta serê BIRCA KELHÊ û werîs vedike û bi misîn ve girê dide û destên xwe ber bi  xwedê ve dihilde û dibêje : Xwedayê min tu min nehetikîne , te çawa pêxember USIV ji  destên ZELÎXA hevjîna FER'ÛNÊ MISRÊ rizgar kir , te çawa pêxember ÛNIS ji zikê hût derxist bi silametî , te çawa pêxember MÛHEMED (silavên xwedê li wan bin ) te ji gawiran di şikeftê de xilas kirin , tu wilo min jî ji vê tengiyîê rizgar bikî .

Çîrok dibêje Xwedê firişt CIBRÎL jê re rêkir û rahiştiyê û danî ser ERDÊ û wî berê xwe da malê . Lê dema hat hevjîna wî got : Ka selik û xwarina te , zarok ji nêza mirin e, hingî tu dereng ketî . Wî  kevir xistine beroşê de ,li ser êgir. Ew kevir bûne xwarina ji BEHIŞTÊ û danîne ber zarokên xwe . Çîrokbêjine din dibêjin: Zarokên wan li ber wê beroşa li ser êgir li hêviya xwarinê razihan .

GULXATÛN dema werîs kişand vala hat , çû serê kelhê, dît ku va ZEMBÎLFIROŞ reviya ye . Vegeriha û  xwe berda xwar û bi sikakan ket ,lê geriha, ta bû berê sibehê û li derê mala wan xist . Hevjîna wî  ELÊ derket , GULXATÛN cil û zêrên bi xwe re tev danê, ji bo heme bihêle li mala wan û di berê ZEMBÎLFIROŞ de raze . Ew raziha ,lê dema ku piyê ZEMBÎLFIROŞ di nav nivînê de li piyê wê ket , wî zanî bû ku ne yên hevjîna wî  ne , meyzand ku GULXATÛN E . Heme daxwe û xwedê ew kire kevokek û di kulekê re firî . GULXATÛN da pey û lê geriya, bi roj û heyv û salan . Carekê ew li ser kehniyekê dît ,wî karkir bazde , wê got: Ez dexîlê te me , ez ji kerbê evîna te şewitî  me , bi çol û bêlanan ketime , heme maçekê bide min û bila êdî xwedê rihê min bistîne , vêce  û her yek li aliyê din yê kehniyê , GULXATÛN maç li ZEMBÎLFIROŞ xist û her yek di cihê xwe de ket û rih spartin  . Lê henek dibêjin  Xwedê ew kirin du kevok û ber bi ezmanan ve firiyan.

Lê henekan din dibêjin : ZEMBÎLFIROŞ  daxwaziya wê pêk nanî û reviya , keçikê da pey û bi çiyan ketin û tevlî keriyên koviyan bûn û ta niha kes nizane dawiya wan çi ye û çawa ye.

Beşek din ji çîrokbêjan dibêjin : Piştî GULXATÛN wê şevê li mala ZEMBÎLFIROŞ raziha , ew vegeriha qesra xwe , ku va mîr NASIR DEWLA  ji qehra difetise li hêviya wê . Jê pirsî : Tu li ku bûyî ,. Wê got ez li bazarê diseyîrîm ,. Jê bawere nekir ,. Ban li cariyan kir . Yekê got: Wê dabû pey ZEMBÎLFORŞ. NASIR DEWLE sê xulamên xwe rêkirin û ZEMBÎLFIROŞ anîn û bi tena terpê kirin û pê re GULXATÛNÊ jî avêtin zindana qeşayê de . Piştî  du demjimêran NASIR DEWLÊ çû va hê nemirîne . Kêrek anî , avête laşê ZEMBÎL FIROŞ , rehnê wî  çirand ,wî qîreke bilin da , dilê GULXATÛN ser ariha , xwe li nav guhê NASIR DEWLÊ xist , xwe zer kire kêrê û li zikê wî xist û kuşt . Henek dibêjin  Zembîlfiroş  ew kuşt.

GULXATÛN rabû ZEMBÎLFIROŞ bir û paqij kir û birîna wî derman kir  û tevlî malbata wî bû . Lê gotiyê : Ka em herin warekî ku lê mîr û axa û paşa nebin.

XELAT