Roja Edebiyata Kurdî û Samî li Stockholmê

Roja Edebiyata Kurdî û Samî li Stockholmê

Roja şemiyê 11ê gulanê 2024, demjimêr 3ê piştî nîvro, Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêdê bi hevkariya Tjállegoahte li baregehê Yekîtiyê li Stockholmê xwendinek edebî li dar xist.

Çalakiya edebî bi zimanên kurdî, samî (Bakur û Başûr), Siwêdî û Îngilîzî hate pêşkêşkirin.

Ji edebiyatvanên kurd yên beşdarî di vê çalakiyê de kirin: Firat Cewerî, Fatma Savcî û Dilşa Yûsûf. Her weha beşdarvanên samî ku ji Nils-Henrik Sikku, Johan Sandberg McGuinne û Anna Wuolab pêk dihat. Erik Lindman Mata jî wergerên bi zimanê swêdî xwend.

Çalakî bi beşdarbûna girseyek berçav ji edebiyathezên kurd û Siwêdî û samî pêkhat, û bi awayekî zindî ji hêla Radyo Aştî ve hat şopandin û bi riya zoomê jî hate weşandin.

Di serî de Firat Cewerî ku rêvebir û pêşkêşvanî ji çalakiyê re dikir, bi kurtî li ser dîroka edebiyata kurdî axivî û  Johan Sandberg McGuinne jî hin agahî li ser dîroka edebiyata samî dan.

Firat Cewerî derbarî sînordariya beşdarvanan di vê çalakiyê de weha ragihand:

"Di edebiyata samî de jin serdest in, di ya kurdî de mêr. Lê min ji bo vê çalakiya edebî du jinên kurd ên şareza hilbijart; (Fatma Savci û Dilşa Yûsûf). Bêguman li Swêdê hejmara nivîskarên me ên jin ne kêm in, lê ji bo vê çalakiyê hejmar bi sînor bû".

Amadekirin/ Dilşa Yûsûf/ Siwêd

XELAT