PÎRA KAHIN Û DERKETINA SEWALAN
Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Berî bi deh hezarên salan, pîrejineke Kurd a kahin hebûye û bi xeybê dizanibû. Wê pîrejinê çi bigotina, rastiya wî tiştî derdiket holê û her kesî didît.
Dema erdhejek çêbibûya, yan çiyayek wek êtûn biteqiya, yan jî qelşek li kadê biketa û wek parzemîn ji hevûdud cuda bibûna, Pîra Kurd berî çêbûnê dizanibû û digot ku wê filan tişt weha çêbibe.
Wê demê pehsa navê pêxmberan nebû, yanena wê gotibûna ku Pîrê pêxembereke Yezdanî ye.
Piraniya wan nihêniyên ku Pîrê digotin, bi piranî di xewê de didîtin. Her sibe dema Pîrê ji xew radibû, diçû li ser hîmê li ber deriyê mala xwe rûdinişt, berê xwe dida rojê û bi dengekî berz û bala digot:
. Ya Xûra Heyînê! Tu hemî miletên li jiyanê, hemû ruhberên li heyînê biparêzî, piştre jî miletê me û welatê me biparîzî.
Rojek ji rojan, sibe zû Pîrê dîsa rabû çû ber hîmê li ber deriyê mala xwe rûnişt û li benda avêtina roje sekinî.
Pîrê daxwaz û zarî dikirin, ha ku dît wa ye ruhniyeke spî mîna bejneke mirovan dirêj ber bi wê ve tê. Ew spîtayî hat li ber deriyê mala wê sekinî. Pîrê ha ku dît ku ew ruhnî bû bizinek û ava di satila wê de vexwar. Pîrê qetikekî xist stuyê bizinê û wê bi stûna li hundirê mala xwe ve girêda. Pîrê bi balkêşî li bizinê niherî, bala xwe dayê ku avis e. Piştî çend rojan bizin za û çar karin anîn. Du ji wan nêr bûn û du ji wan mê bûn. Pîrê ew xwedî kirin û gomekê ji wan re da çêkirin. Sala din her çar karin mezin bûn, yên mê avis bûn û her yekê çar karik anîn….
Piştre Pîrê dîsa sibehekê li ber hîmê li ber deriyê xwe rûniştiye û li benda derketina rojê maye. Ha ku dît, wa ye ew spîtahiya mîna bejnekê dirêj wa ye dîsa hat li ber deriyê wê sekinî. Pîrê dît ku ew spîtahî bû miyek û li hawîdorê Pîrê geriya. Pîrê ew mih jî bir xist goma bizinan.
Roja din Pîrê berî avêtina rojê, çû li miya xwe niherî, dît ku va ye çar berx li berê ne û lê dimijin. Dema ew seh kirin, dît ku berxek nêr e û sê jî mê ne.
Sala din miya Pîrê û her sê berx zan û her yekê çar berx anîn. Bizin jî her wisa dizên û her yekê çar karik dianîn.
Xuya bû ku felekê rûyê xêrê bi ser Pîrê ve daweribandiye û pezê wê zêde her zêde dibû…
Pîrê dîsa her roj berî avêtina rojê diçû ber wî hêmê qirase û li benda avêtina rojê dima. Ha ku dît wa ye heşt spîtahiyên mîna bejnekê dirêj ji aliyê rojhilatê ve hatin, hatin û li ber deriyê mala Pîrê sekinîn. Yek ji wan spîhatiyan xwe kir çêlek, Yekê xwe kir mehîn, yekê xwe kir ker, yekê xwe kir seg, yekê xwe kir mirîşk, yekê xwe kir şamî, yekê xwe kir kew û yekê jî xwe kir kevok.
Her ku çû, ew heywanên hanê zêde dibûn, zêde bûn û Pîrê ew li gundiyên xwe belav kirin.
Li ba gundiyan jî ew heywan zêde bû û cih di gund de nema. Gundiyan ew li gundên li dora xwe belav kirin. Ha wisa çend sal şûnde warê Pîra Kurd ji wan heywanan xilxilî û tije bû.
Piştî ku êdê cihê xizmên Pîrê û yê hewqas heywan di welatê Pîrê de nema, êdî hem xelk û hem jî ew heywan li dinyayê belav bûn. Xasma jî li Navruwa Asya û li Rojavayê dinyayê belav bûn…
25/ 04/ 2025
Xelat
