Çîroka Koçberekî Efrînî .."Xalo li cem te kar heye?"

Çîroka Koçberekî Efrînî .."Xalo li cem te kar heye?"

- "Xalo li cem te kar heye?"

- Na nîne.

- "Xalo bila xêra te be, ez li karekî digerim. Dêka min a nexweş e. Em sêwî ne, ez dixazim karekî ji xwe re bibînim".  

- Tu ji kû derê yî?

-"Xalo ez ji Efrînê me. Em bû mehek ji Şehba hatine Qamîşlê. Heger ez karekî xwe nebînim, em nikanin xwe îdare kin".

- Ha ji te re pênc hezar kaxet û oxir be.

- "Ez ne parsek im. Ez nehatime destê xwe li pêş xelkê vegirim. Ez li kar digerim kar, te fam kir. Erdê me û hefsed darên me yên zêtûnê hebûn. Bila mala dijmina û felekê bişewite". 

Ferzo çû. Min kesereke kûr kişand û du rondikan mijangên min şil kirin.

 

Nivîs: Merwan Berekat

Qamîlo: 07. 01. 2025

XELAT