Ji Cemal Dêrgulî sê kurte çîrok

Ji Cemal Dêrgulî sê kurte çîrok

Nivîskar: Cemal Dêrgulî

 

Keda Xelef çû ber telef

Ji zordariya axê, Xelef gund berdide dibêje: Hema qantira mi berê xwe bide kî gundî ez ê li wir niştecî bibim. Qantir jî berê xwe dide gundekî ereban, û Xelef li wir dibe gavan.

Çend sal dibihurin perê Xelef çêdibin, lê jina wî dimire, îde jineke ereb tê çêleka wî didoşe, lê Xelef ditirsiya ku jinik perê wî bidize lewra radibe kortikekê di hewşê de dikole û perê xwe têde vedişêre, lê rojekê çima jinika ereb singê çêlekê di nîva kortikê de nakute û hemû peran qulnake û naqetîne, û wisa keda Xelef diçe ber telef..

Spas M. Mihemed Reşîd

----------------------------

Yekî fileh û birek zilam li civatê rûniştîne, ji nişka ve dengê tirekê têt, hemû xwe nebihîstî dikin.

Piştî bêhnikê mele bang dide hemû radibin limêjê, ê fileh jî bi wan re radibe...!

Mele berê xwe dide ê fileh: Ser xêrê be tu limêj dikî...!

Ê fileh: Erê bi Xwedê seyda, ji bo ew tir nekeve stiwê min...

Spas M. Ebdulrehîm Hesen

------------------------

 Pîsê bênamûs

Sê neqenc, her yek ji ê din re dibêje: Ez yê herî pîs û bênamûs im...!

Ji nişka ve pîrejinek têt, yek ji wan radibe pîrê têr lêdan dike heta dilê wê dibihure, û dibêje: Ê herî pîs û bênamûs ez im...!

Piştre ê didiwa radibe avê bi pîrê de dike û gava hişyar dibe ew jî wê têr lêdan dike û dibêje: Na na, ê herî pîs û bênamûs ez im...!

Lê, ê sisiyan xwe nêzîkî pîrê nake û biqurnasî dibêje: Ez ji we herdiwan pîstir û bênamûstir im...!

Herdu dipirsin: Çawa tu ji me pîstir û bênamûstirî û te destê xwe nedaye pîrê...!?

Li wan vedigerîne: Ji ber ku ev pîrejin diya min e.....!

Spas M. Ebdilxenî Silêman

 

XELAT