`Gava ku Masî Tî Dibin` bû bi Îtalî
Helîm Yûsiv

“Gava ku Masî Tî Dibin”, yekem berhem a nivîskarê Kurd-ê Sûrî Helîm yûsiv e ku bo zimanê Îtalî hatiye wergerandin.
Weşanxana Calamaro ya Îtalî li ser rûpela xwe ya torên civakî di derbarê pirtûkê de nivîsiye, ku nivîskar Helîm Yûsiv jî bi kurdî li ser rûpela xwe daniye dibêje: "Welatê ku ev çîrok tê de derbas dibe, li ser nexşeyan nayê dîtin. Kesên ku li wir dijîn navek lê daniye, miletekî ku di navbera sînorên Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê de hatiye dabeşkirin. Kurdistan e."
Her weha Weşanxana Calamaro ya Îtalî dibêje: "Divê bê gotin ku ev pirtûk ne bi Erebî û ne jî Tirkî, zimanên fermî yên Sûriyê û Tirkiyê, hatiye nivîsandin, lê bi zimanê ku li her du welatan qedexe ye, zimanê kesên ku welatê wan tune ye, hatiye nivîsandin: Kurdî."
"Helîm Yûsiv sala 1967`an li bajarê Amûdê ya Kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye û ew nivîskar û Parêzere ku ji zanîngeha mafnasiyê ya Helebê mewzun bûye û bi herdû zimanên Erebî û Kurdî dinivîse û ji adara 2000`î ve li Almanyayê dijî. Her weha ji bilî mijûlbûn bi nivîsandina romanan Helîm Yûsiv çîrokên kurt û şano jî nivîsandine û pabendbûna xwe bi mafên microvan yên Kurdên Sûriyê meseleyekî giringe bi taybet jî mijara stemkariya li zimanê kurdî û wêjeya Kurdî." Weşanxana Calamaro ya Îtalî weha nivîsiye.
XELAT
