Ji Cemal Dêrgulî 3ê kurte çîrok

Ji Cemal Dêrgulî 3ê kurte çîrok

Pîremêrek ji pîrejina xwe re dibêje:

Ji roja ku tu pîr bûyî, weke xaniyekî kevin li te hatiye, nikarim ji te bigerim û ne jî te wêran bikim...!

Pîrê lê vedigerîne: Tew, çima ji xwe re nebêjî ku weke kondişineke kevin li te hatiye ji teqteqê pêve nakî, ne me sar dikî û lewlewê vedibirî...

Min wergirandiye

Cemal Dêrgulî

--------------------------------

 

Kerê boz arvan davêje erdê

Di rê de kerê boz arvan davêje erdê û direve, rebenê Qaso jî li çolê bê çar dimîne.

Ji nişka ve darvanek kerek pêre êzing li piştê têt.

 Qaso: Bira tu van êzingan difiroşî...?

Darvan: Erê bi nîv mecîdî.

Qaso: Ma di rojê de çend baran tu tînî...?

Darvan: Rojna barek û rojna dido.

Qaso: Nexwe ha ji te re perê du baran û vî arvanê min bibe êş.

Kêfa mêrik têt dicih de êzingan davêje erdê û bi hev re arvan bar dikin.

Piştî bêhnikê darvan weke ku ji xewê hişyar bibe: Wey, ma ka perê êzingê min.!?

Qaso: Bira min êzing ji te kirîn li şûna du baran, niha tê arvanê min bibe êş ji bo wilo min mecîdîk da te.

Lê darvan bernediket û her kêlî digot: Ê ka perê êzingê min ma kaperê êzingê min....

Spas M. Rifat Hacî

Cemal Dêrgulî

 ---------------------------------

Du Zelamên Şebeş firoş

Li ser rêya Tirbespiyê û Qamişlo, du zilaman şebeş difirotin, tirimbêlek li wan radiweste.

Ajokar çend şebeşan dikire, lê ji nişka ve pênc wereq pere ji berîka wî dikevin, dicih de şebeşfiroşek radihêje wan peran bê ku ajokar wî bibîne...!

Ajokar li tirimbêlê siwar dibe da biçe, şebeşfiroşê din ji hevalê xwe re dibije:

Ew pere heramin çima te dizîn...!?

Mêrik dibêj: Na na, niha ez ê wan helal bikim. Radibe sê caran bi dengekî nimiz gazî dike: Hêêêê, ev pere ê kê ne.

Û dibêje ha va helalbûn...!

Spas kekê M. Selîm

Cemal Dêrgulî

XELAT