Lêzan û ronakbîrên me bêdeng koça dawî dikin (Çolbir)

Lêzan û ronakbîrên me bêdeng koça dawî dikin (Çolbir)

Nivîskar: Hozan Efrînî

Lêzan û zana û Ronakbîr û xebatkarê mezin ê kurd Mamoste Bîlal Bavê Hozan (Çolbir), di tememê 93 salî de, bi yek carî, ji nav me bar kir.

Nemir mamoste Bîlal Hesen bavê Hozan ku di dema xebata ramyarî de bi (Çolbir) naskirî bû, ji gundê Xilalka ya bajaroka Reco ya ser bi herêma Efrînê ye ku vê hêvara Îna pîroz, li welatê Almaniya bi hêminî û bêdengî ji nav vê dine bar kir û bi yekcarî koça dawî kir.

Di rojeke ku wek îro de, ku têde ronakbîrê mezin ê Kurdistanê Apê Mûse Enter, hatibû terror kirin, mamoste Çolbir bavê Hozan jî, di heman rojê de, xatir xwest û çû ser dilovaniya Xwedayê xwe û berê xwe da dinyayê hetahetayî taku nîştecih bibe.

Kesayetiyên wiha mezin, zû bi zû nayên bîra mirov û li ber çavan re derbas nabin, mixabim piştî koça dawî her kes pê dihese û li ser dinivîse. Lê tiştê herî baş ew bû ku hinek ji rewşenbîr û nivîskarên me ên Çiyayê Kurmênc ew li ber çavan re derbas kiribûn, wek Dr. Mihemed Zêno ji Kaxrê û malpera Tîrêjê Efrînê jî ku bi mertala xwe mamoste Çolbir xelat kiribû. Ev ji xwe serkeftineke û cihê rêz û pêzanînê ye ku beriya koça dawiyê, mirov mirovên zindî û xweş di jiyanê de, li ser erk û karên wî li ber çavên civakê xelat bike taku ew bi xwe bihese ku tiştek pêşkêşkiriye û ew berhem hatiye dîtin û nirxê wê bilind hatiye rêzgirtin.

Îro roja înê 20/9/2024’an li bajarê Almaniyayê stêrkeke geş û watedar ê ezmana çand û hunernû wêjeya Rojavayê Kurdistanê rijiya û hate xwerê, ew stêrk xwedî berhem û xebatên cur bi cur bû ku di xizmeta doza gelê kurd de bû.

Lê hezar carî mixabin ku min nikanî derfetekê saz bikim taku bi mamoste Çolbir re hebdîtinekê saz bikim, dema ku min xwe jê re amade kir jî, mixabin ew nexweş ket û ew dîdar ji min re bû keser ku min bi bavê Hozan re pêkne anî.

Ez lêborîna xwe ji lêzanê Çiyayê Kurmênc û Kurdistanê ê zimanê kurdî mamoste Colbir dikim ku min kêmanî bi dermafê zanabûn û lêzantiya te kir û ev 20 salin ez di nava rojnamegeriya kurdî li Başûrê Kurdistanê de dixebitim û mim dîdar û hevpeyvîn bi piraniya kesayetiyên çalakvan û ronaknîr û rewşenbîr û xebatkarên kurd re kir, beşek ji wan kesayetiyên dêrîn û naskirî wek hunermend Şivan Perwer, hunermend Mehmûd Şakir, nemir Îsmaîl Omer, nemir, Meşel Temo, nemir, Ebulhemîd Derwîş, Dr. Xelîl Mihemed Abdula, Mehdî Zana, Ehmed Turk, nemir Omer Semsûrî, nemir Şêrko Bêkes, Stran Ebdula, Omer /Şêxmûs, Yûsiv Zozan, Şêx Alî, Dr. Kemal Seydo, Sîpan Hem, Salih Mislim, Konê Reş, nemir Ehmed Qasim û bi sedan kesayetiyên din ên Kurd, ji ber wê yekê li min biborîne ji ber ku min hevpeyvîn bi te re nekir, an lêkolînek li ser lêzantiya te min saz nekir, mixabin.

Ev yek, ji bo min, cihê nîgeranî û mixabiniyê ye, mamosteyê min Çolbir bavê Hozan, di roja koça dawiya te de, ez lêborîna xwe ji te û ji zarokên te dixwaz im.

Têbînî: Mamoste Çolbir bavê Hozan lêzanê zimanê kurdî bû, lê mixabin piraniya kesên kurd ku bi kurdî jî baş dizanin, û li ser koça dawî ya mamoste peyam dane an jî nivîsîne, piranî bi zimanê Erebî ne. Hezar carî mixabin ku Bavê Hozan ewenda xwe ji bo zimanê kurdî westan lêkolîn dikir û niha jî rewşenbîrbû siyasetvanên me peyam û nivîsên xwe ji koça dawî ya mamoste Çolbir re her bi zimanê erebî bûn, ne bi ya kurdî bûn taku wî bi kurdî rewan şad bikin.

Ez bi vê boneya xemgîn û xembar serxweşî li tevahî endamên malbata nemir bavê Hozan dikim û di nav de, çalakvanê naskirî Jian Badrakhan û hêvîdarim ku ev êş êşa wan a herî dawî be.

Dilovaniya Xwedê lê be û cihê nemir beheşt beû her rewan şad be.

20/9/2024

XELAT