"Hêro Braîm Ehmed … Bi Kurtî"

"Hêro Braîm Ehmed … Bi Kurtî"

Pirtûkek nû ya jina serkirde û tekoşer a Kurd (Hêro Îbrahîm Ehmed) bi navûnîşana (Hêro Braîm Ehmed … Bi Kurtî) derket.

Di vê pirtûkê de hemû gotarên xanim Hêro Îbrahîm Ehmed yên di kovara Xak de hatine weşandin, ku nêrînên taybet yên Xanim Hêro Îbrahîm Ehmed bûn li ser mijarên girîng û cuda de li xwe digre, piraniya wan gotaran mirov dibêje ku ji bo îro hatine nivîsandin in.  Ji vê pirtûkê 2500 dane hatine çapkirin.

Ako Xerîb di pêşgotina pirtûkê de wiha nivîsiye: “Jineke weke dara biyê, her tim hembêzeke vekirî û bêdeng bûye, dost û dijmin di bin siya wê de xwe ewle hîs dikirin û xeyala bedewkirin, jinûve avakirin û parastina dîrok û çanda miletê xwe dikir.

Hevalên wê yên siyasî hindiktir bûn, lê bi piranî hevalên wê kesên sade, sakar, hunermend, nivîskar, pispor û rewşenbîr bûn. Ji ber vê yekê bi rastî, heke ne ji bo Hêro Xan bûya, Emnesoreke jî weke cihên din dihatin ruxandin û wê bircek bilind li cihê wê bihata danîn.

Ako Xerîb ku Rêveberê Giştî yê Muzexaneya Netewî ya Emnesoreke ye ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye: “Ev pirtûk tenê ji 104 gotarên ku di hejmarên kovara Xak de di quncika (Bi Kurtî) de hatine weşandin pêk tê.

 Hêro Xan yek ji wan quncikan jî daye xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed daku gotarên xwe têde binivîse.

Ako Xerîb got jî "Em li Muzexaneya Netewî ya Emnesoreke wek dilsoziyek ji bexşên Hêro xanimê, me karê berhevkirina gotaran girt ser xwe û bi saya xanim Kafia Silêman, hevala kevn a Hêro Xanê, karê çapkirina pirtûkê girt ser xwe.

 

XELAT