Jivanê Kewê – Giringiya Rexneya Wêjeyî

Jivanê Kewê – Giringiya Rexneya Wêjeyî

Dr. Emîn Ebdulqadir derbarê giringiya rexneya wêjeyî de dibêje, rexna wêjeyî ya Kurdî di asteke bilind de nîne, bes ya nizim jî nîne, her weha kurd naxwazin nivîserên xwe biêşînin eve jî sirûşteka me kurdane.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê Giringiya Rexneya Wêjeyî bi mêvandariya (Dr. Emîn Ebdulqadir) rexnegerê wêjeyî û mamostayê zanîngehê.

(Dr. Emîn Ebdulqadir) ragihand, dema berhemeke wêjeyî (edebî) tê nivîsandin di rexneya wêjeyî tê wê wateyê ku berhemê wêjeyî xwe ferz dike ser rexneyek çawa lê bê girtin eve jî nayê wê wateyê ku ew berhemê wêjeyî li gorî curek ya rexneyê hatibe nivîsandinê.

Her weha ew yek jî diyar kir ku berhemê wêjeyî (edebî) xwe dide diyar kirin û dibêje ez heme û dikeve berdestê xwendevanan, vêca li gor sirûştê ew berhema edebî rexnegir hizr dike ku ji kijan alî ve temaşe bike û ji çi alî ve lêkolînê li ser bikin û bixe ber tîşkên rexneyê.

Dr. Emîn Ebdulqadir Amaje bi wê yekê jî kir ku xwendevanekî baş dikare bibe rexnegir jî, û bi rêka rexneyê xwendevan zêdetir ji berhemên wêjeyî têdighêje. Eve jî dibe sedema wê yekê ku rexna edebî nivîskar kêmasiyên xwe bibîne û xwe pêş bixîne.

Dr. Emîn Ebdulqadir tekez li wê yekê jî kir ku, rexna edebî (wêjeyî) ya Kurdî di asteke bilind de nîne, bes ya nizim jî nîne, lê di nav rexna me de em naxwazin nivîserên xwe biêşînin eve jî sirûştê me yê miletê kurd e.

 Ji bo temaşekirin û guhdarîkirina bernamê vê lînkê bitikîne….

XELAT