ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK .. Beş (1)

ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK .. Beş (1)

Nivîskar: Salih Heydo

 

Di destpêka sala 1912 an de heya 1918 an impertoriya Rûsya Qeyserî û xunkariya Osmaniyan di serdema Sultan Ebdilhemîd,sultan Reşad,û sultan Ebdilmecîd de di şer û cengeke giran de bûn,di bereya Qevqasê de,lewra desthilatdatdariya Osmaniyan ku di nav kurdan de bi navê Roma reş dihate binavkirin kurd bi sedhazaran dikişandin û bi darê zorê ew dibirin û dajotin nav wî agirê êtûna  bereya Qevqasyayê, lewra ji wê bûyer û ajotinê re digotin: (Seferbelik),çawa naskirî bû bi rêya çûnê û nehatinê,êdî ji sedî yek nedifiltî hemî winda û bêxeber diçûn ,kêm-kêm ji wan belengaz û bextreşên  kurdan vedigerriyan ,lê ew jî bi merezî û paştî heft-heyşt salan wilo di birçîbûn û tirs û westandinê re derbas dibûn û yên dîtir yan kujtî,yan dîl yan nepenî bûn! Û Ew kitên ku difiltîn jî di wan rêyên dûr û nenas de diz,keleş û talanker diketin devên rêya wan bi ser halê wan de ew tazî dikirin yan ew dikujtin! Û ziyana herî giran û mezin ji hêla mihaciriyê,aboriyê û kujtin û talankirinê de li ser serên kurdên bextreş û welatê wan bû,ji ber bi Rûsyayê re sînordar bûn.

Ûsê Dewrêşê mala Mi'o ji êla Badînan bû li gundê Çûla Ehmo li devera Amûdê yek ji wan kurdên ku çûbû seferbelikê û serpêhatiya xwe ji xelkên xwe re wiha digot:

Di sala 1914 an de siwarên eskerên Romê hatin ez ji gundê Çûlê birim û dame ber sîngên hespên xwe heya  ez gihandim ordiya eskeran û radestî zabit û avserên wê ordiyê kirim.Her wiha di dews de çek û tiving û rextên me dane me û em ber bi Sînorê  Ûrûsetê de şandin li devera Qaqizmanê û Qersê,lê dema ez girtim bavê min pênc zêrê Osmanî dane min û ji min re got: Here kurê min! Dibe ku ev kêrî te bên di cihên teng de lewra ez dizanim tu hew li me vedigerre! Lewra du-sê salan em di wê ceng û wî şerê wêranker de man heya Ordiya ûrûsan bi hêzek pir û xurt û giran ajote ser me,êdî eskerên me hemî tar û mar bûn û pirrên wan hatin kujtin,lewra qumindarê me ferman da û got: Herin xwe xelas kin, hûn bi ku de dirrin,herrin êdî em şikestin û ev gawirên Ûrûsên Misqov bi hêza xwe ve derbasî deverê bûn!

 

Dumahîk heye…

 

XELAT