Taybetmendiya Kurdî di nav û dîroka bajarên Hewlêr û Helebê de
Zimanzan û dîrokzan: Biradostê Mîtanî

(Erbîl… Hewlêr)
Ji dema Someriyan 3500b.z ve heye(1).Somerî ji çiyayê Zegrosê yên Kurdistanê peya bûne(2).Yanî ew jî ji pêşiyên me Kurdan e . Lê Bavkên Kurdan ên Gotî 2500b.z bajarê Somer ava kirine û Someriyan navê xwe ji wî bajarê Somer birine
Orba'îlom û wateya wê yanî Bajarê Xwedê . Yanî (Or -Xor -Hor-sar -Şar ).( Êl ) Xweda û bilind.
Bajar cara yekem di dema padîşahê Mîdî Keyexsar 625-585b.z de mezin bû(3).
Bi şêweyek giştî bajarê Hewlêrê û deşta wê ,her dem parçeyek giring bû ji dewletên ku miletên Zegrosî yên bavkên Kurdan: Xorî,Mîtanî,Gotî,Kaşî,Kaltî û Mîdîyan ava kirî bû.
Di zimanê Kurdî yê nûjen de ,bi wê wateyê bû Hewlêr yanî perestgiha Rojê ,nexasim li cem ola Zerdeştî û ta teşeya bajarê Hewlêra kevin girover e û ew giroverî şêweyekî taybet e bi olên me Kurdan ên Êzîdî û Zerdeştî
Heneka Kurd navê Hewlêr şîrove dikin û dibêjin : Ha -wa -Lêr e. Yanî ha va li vir e. Ew dema ku bazirgan û rêwî ji riya dûr diwstihan û dema digihane bajêr digotin ha va cihê rehetiya me li vir e(4).
Heleb...
Ew nav bi şêweyê Xolaba di dema bavkên Kurdan ên Xorî 3000b.z de xuya kir û ew her du nav ji hev hatine (Xorî-Xolaba).Navê wê di dema Hîtiyên bavkên Kurdan 1650b.z ma Xolaba .
Nivîsandina Xorî û zimanê Hîtît di deqên Helebê de berdewam bûn û li Enadolê belav bûn. Nivîsandina Hîtît a Hîroxlîfî( Xorogilîfì) regezekî qeşng û ciwan bû ,li Rojavayê Kurdistanê(Bakurê Sûriyê û herêma Ferêt(
Bajarê Xolaba 3000b.z di destên Xoriyên Kurd de bû . Piştire di destên pismaên wan ên Hîtît de. Lê Kurdên Mîtanî bi serokatiya padîşah parşatara bajar ji wan standin. Ew di1650b.z bû. Bi wê yekê erkê berevaniya Helebê dijî Ferûnên Misrê kete ser milên Mîtaniyan de . Lê piştî ku dewleta wan 1250b.z herivî ,dîse kete destên Hîtîtan de û bajarê Xolaba (Helebê) bû Navenda Xwedawendê Bayê(5).
Navê Xolaba: Tê xwendin Xalaba-Heleba (Xa -Sa-Şar ) bajar.( Êl ) Xweda.(Ba) bahoz . Yanî Bajarê Xwedayê Bayê(6).Ev nerîn jî heye :Xal - Êl-Ba.
Navenda Xwedawendê bayê. Ji ber ku peyva (Xal) a nuqte fibe navend jî yanî. Ma ew nav ta dema Kurdên Hîtît 1650 b.z û Mîtanî 1250b.z û yên Mîdî 550b.z.
Bi zimanê Erebî bû Heleb.
Têbînî..
Hêjano.
Min ev lêkolîna kurt ,di cihê spasiyê de ,li ser van her du bajaran Hewlêr û Helebê çêkir ,li ser daxwaziya ciwanê Kurd ê bihvilşewatê kurdiyetê birêz Mîrzan Gulî Xeyrî çêkir.
Jêder.
1- "The Electronic Text Corpus of Sumerian Literature". etcsl.orinst.ox.ac.uk. 2021-05-12.)
2-Malera parêzgiha Hewlèrê
3-Jêder "9781906768188 Kurdistan - a Nation Emerges - AbeBooks - Jonathan Fryer: 1906768188". www.abebooks.co.uk (in Eglish). Retrieved 2021-01-22.)
4-Malpera Zeman. Gotara bi navê
5-Erbîl di heyamên kevnar de1
6-Hawkins, John David (2000) Inscriptions of the iron age p.388).
XELAT
