“Duderiyê”

“Duderiyê”

Nivîskar: Dr. Mihemed Ebdo Elî

Şikefta Duderiyê, yek e ji sedan şikeftên zewra çemê Efrînê û çiyayên Kurmênc û Lêlûn.

Ew li navbera gundên Bircê û Xezîwê li ser avraza Çi.Lêlûn di geliyê Duderiyê de ye.

Şikeft 13/km li bakurê Efrînê û dora 2/km li rojhilata riya ziftkirî ye.

Li rojava jî di navbera wê û çemê Efrînê de, nêzîk 4/km dûrbûn heye.

Bilindiya cihê wê ji ser rûyê deryayê de 450/m e.

Geliyê Duderiyê ji nav çavê çiyê de, bi tûjî bi rojava de dadikev, ew geliyekî kûr û pir dîke ye, her du keviyên wî bilind in.

Eger mirov di nîvê gelî de bisekine û li başûr binêre, dê li bilindahiya dora 100/m, deriyê şikefta Duderiyê yê bakur bibîne.

Du deriyên şikefta Duderiyê hene(1).

Yek: Li bakur e bi ser gelî de vedibe, pîvanên wî: Pehnahî 8/m û bilindahî 5/m in.

Didu: Li Başûr e, mîna pixareke fereh e, û bi rûyê çiyê re dûz dibe, ji ber wê jî eger mera nigihê ber ew xuya nabe, pîvana wî derî ya nîvbirê(qutir) dora 8/m ye.

Kûraniya şikeftê jî dora 30/m ye, bilindiya wê li tenga deriyê başûr jî dora 8/m ye.

Li sala 1988an, şanda Capanî ya şûnewarî, şikefta Duderiyê mîna cihekî vekolanê dest nîşan kiri bû, û li sala 1989an dest bi kolanê kir.

Di navbera du salan de, 70 perçe ji hestiyên mirovên Niyandirtalî ji serdema kevirî ya Kevin a navîn de ji binê şikeftê hatin der.

Li dawiya wan du salan, wê şandeyê li sala 1993an encama karê xwe di raporekê de li Capanê belav kir(2).

1- Alavên ragihandinê li Sûriyê xwastin navê (Ĥidêriyê) ji şikeftê re bikar wînin, lê zanyar Ekezewa navê wê yê Kurdî yê resen Duderiyê bikar anî.

2- Zanînên li derbarê salên 1989an û 1990î ji rapora (Anthropol Sci)10"4"- 1993, rûpelên 361 ra 387an a ku li Capanê belav bûye, hatine birin.

Rûpel (143).

Lê nişkavî li havîna sala 1993an bû, li wê salê, karkerên kolanê raste qerqodeyê zarokekî hatin. Rewşa qerqode diyar kir, ku termê wî zarokî bi zanebûn hati bû veşartin.

Zanyaran diyar kirin, ku ew qerqodeyê zarokekî mirovên Niyandirtalî ye, û ew li seranserê

cihanê yê herî tûm e ku ra niha hatiye dîtin.

Zanyaran temenê wan hestiyan bi 100 hezar sal texmîn kirine(1).

Piştî ku giringiya şikefta Duderiyê hat naskirin, şandeya Capanî deriyên hesinî jê re danîn û wek cihewarekî yekta û zor giring, ne tenê li Sûryê, lê belê li seranserî cihanê, hat tomarkirin.

1- Zanîn ji koreke zanyarê Capanî Ekezewa, ku li sala 1996an li hola Komela “Adyat” li Helebê hati bû dayîn, û ji kovara El-Ĥîwar, hejmara hevbeş 16 û17an hatine birin.

Rûpel (144).

Çavkanî:

Pirtûk Çiyayê Kurmênc (( Efrîn ))

Dr. Mihemed Ebdo Elî

wêneyê şikeftê ji aliyê wênekêş Youssef Hussein ve hatine kişandin.

Wêne ji rûpela 170 e, Qerqodeyê zarokê Niyandirtalî li şikefta Duderiyê.

XELAT