73 Saliya koça dawî ya Mîrê Alfabeya Kurdî bi tîpên latînî

73 Saliya koça dawî ya Mîrê Alfabeya Kurdî bi tîpên latînî

Wek îro 15/7/1951`an li bajarê Şamê, Mîrê Alfabeya Kurdî bi tîpên latînî (Mîr Celadet Bedirxan) koça dawî kir û îro 73`ê sal biser koçbûna wî de derbas dibin.

Navê Mîr Celadet Bedirxan bi tîpên zêrîn kete dîroka Kurdistanê ku îro zimanê Kurdî bi tîpên latînî li zanîngehan tên xwendin û keç û xortên Kurd bi zimanê kurmancî zanistan werdigrin.

(Mîr Celadet Bedirxan) yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên (Hawar û Ronahî) weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Siltan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate sirgûn kirin. Piştî ku fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî ji aliyê komara Tirkiyê ve derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Di sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû. Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: îngilîzî, fransî, almanî, tirkî, farisî, erebî, rûsî û yewnanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.

Celadet Alî Bedirxan li bajarê Stenbolê di serdema împeratoriya Osmanî de roja 26ê nîsana 1893an tê dunyayê û di 15/7/1951`an li bajarê Şamê koça dawî dike.

XELAT