Mam Celal çawa hunermend Hesen Zîrek naskir û çi jêre kir?

Mam Celal çawa hunermend Hesen Zîrek naskir û çi jêre kir?

Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî di bîranîneke xwe de ku ji bo (kovara Xak) re vegotiye, behsa çawaniya nasîna hunermendê navdar ê Kurd xelkê rojhilatê Kurdistanê (Hesen Zîrek) dike.

Mam Celal weha dibêje:  

"Di bihar û havîna sala xwendinê ya 1954-1955`an de, ez bi hevalê xwe yê kevin birêz (Mistafa Keredaxî) re ku nû ji Amerîkayê vegeriyabû, di odeyekê de li hotêla (El-Şemal Elkebîr) ya rehmetî (Kak Heme) de dijiyan.

Hesen Zîrek wek karker di wê otêlê de kar dikir. Ez jî weke ciwanekî çepgir ku xwe Marksîst dihesiband, ez bi hişyarî û birêxistinkirina karkeran mijûl dibûm. Ji ber vê yekê ez pê re bûm heval. Dema ez hîn bûm ku ew jî (Hesen Zîrek) kurdekî Kurdistana Îranê ye, êdî tirsa min nema ku ew sîxurê Iraqê be. Ji ber vê yekê min xwe zêdetir nêzîkî wî kir û pêre ketim nîqaşan û bi rêya kurdayetiyê min ew ber bi xweve kişand. Heta ku weha lêhat ku min belavokên nehênî (bi dizî), çi yên me û çi yên partiyên din, li cem wî dihîşt û wî ew ji min re li oda jorîn a otêlê, li ser banî, ku piraniya nivînan tê de bûn, vedişart.

Hin şevan dema ku karê wî kêm dibû dihate çem min li odeya min, heta rojekê ez bi serde çûm ku wî strana (Kîjan Diçine Mêrgolan – keçik diçine zozanan) distira. Min jî guhê xwe dayê û gelekî kêfa min jêre hat. Êdî min pîrozbahî lê kir û min ew teşwîqî stran gotinê kir. Dema ku bi şev dihate odeya min, min jê dixwest ku stranekê ji min re bêje. Bi rastî gelekî min jê hezkir. Wî jî hindek stranên din ên folklorî ên Kurdî ji min re digotin ji wan jî strana (Desmal Herîrî Sore) gelekî min jê hezkir.

 Êdî roj bi roj têkiliya min û kak Hesen Zîrek, him heval û hem jî dengxweş xweştir û xweştir dibû. Ew jî  şeva ku karê wî sivik dibû, dihat odeya min û stranên xweş ji me re digotin. Piştî demekê min dît ku dengekî wî yê xweş heye, nemaze di stranên gelêrî yên kurdî de şarezayiyek baş heye. Ji ber vê yekê ket serê min ku ez dengê wî bighînim radyoyê. Ji ber vê yekê ez rabûm çûm cem xizmê me birêz (Arif Talebanî), ku wê demê ew mufetîşê îdarî bûye li Wezareta Navxwe ya Êraqê ku pir dostê rêvebirê îzgeha Kurdî a Bexdadê bûye. Min ji kak Arif re behsa Hesen Zîrek û stranên wî kir. Wî xwest ku em vê yekê bigihînin îzgeha kurdî li Bexdadê. Ji ber vê yekê wî li pêşberî min bi rêveberê radyoya kurdî re axivî û wî qebûl kir. Ji min xwest ku ez Hesen Zîrek bibim cem wî û ew ê biceribînin. Ez çûme otêlê û min ew mizgînî da (Hesen Zîrek). Ji xweşiyê lingên xwe li erdê negirtin. Roja duyem dema min ew bi xwe re bir ezmûna radyoya kurdî a Bexdadê, pir li ser xwe ket ezmûnê û biser ket. Ji wê rojê û pê de, bi şertê ku heftê carekê biçe stranan bêje û her carê sê-çar dînar jê re were dayînê, wek dengbêj hat girtin. Ew pere wê demî pir pir bû. Ji ber ku ji bilî xwarin û razanê wî sê dînar ji otêlê werdigirt.

Bi vî awayî Hesen Zîrek bû dengbêjê Radyoya Kurdî ya Bexdadê. Rewşa wî a madî jî baş bû. Her bi saya xebatgîriyê de jî min Hesen Zîrek bi kak (Hesenê Sor) da naskirinê ku ew jî li ba kak Brahîmê Misewir karker bû. Min ew herdu di şaneyekê de kom dikirin. Herdu jî bûne rêheval û paşê Hesen Zîrek bi xwişka Hesenê Sor re zewicî.

Her çend ev rastî cara yekeme tên weşandin jî, haya xanima Hesen Zîrek jê vê yekê heye, rehmetî hevjîna Hesen Zîrek bi xwe carekê behsa vê yekê kiriye, lê ji ber ku di dema Şah de newêrîbû navê min bîne ziman, dibêje ew kesê ku Hesen zîrek biriye radyoyê jêre digotin MAM!."

Jêder: Kovara Xak jimare 41/ Kurdistanî Nwê

Ji Soranî bo Kurmancî: Dawûd Çîçek

XELAT