Yekemîn Jina li Herêma Kurdistanê dibe Dadwer

Bi handan û piştevaniya rewanşad serok Mam Celal (Gelawêj Seîd) xanim dibe yekemîn jina dadwer a Kurd li Herêma Kurdistanê.
Gelawêj Seîd, di sala 1943 li taxa Qezazekan ya bajarê Silêmaniyê ji malbateka rewşa xwe ya madî normal ji dayîk bûye.
Ji ber koça dawî ya bavê xwe, xwîşk û biyayekî Gelawêj neçar dibin xwendina xwe terk dikin daku bikarin jiyara malbata xwe peyda bikin û du xwîşkên din ku (Gelawêj û Lutfî xanime) berdewam bûne di xwendinê de.
Gelawêj diçe dibîstanê û piştî temamkirin qonaxên xwendinê sala 1959`an di temenê 17 saliyê de çûye kolêja yasayê (Hiquqê) li zanîngeha Bexdadê di sala 1964`an bawernameya beşa yasayê bi dest dixîne.
Di destpêkê de (Gelawêj Seîd) di şaredariya Silêmaniyê û piştre jî li zanîngeha Silêmaniyê xebata xwe dike û paşê diçe bajarê Hewlêrê û weku parêzerek karê xwe kiriye û berevanî li mafên mirovan kiriye.
Serokê berê yê Êraqê rewanşad (Mam Celal) hander û piştevaniya jinan bûye daku di biwarên yasa de jî bikaribin rola xwe ya serekî hebê, her weha kar kir li ser bi yasakirina wergirtina pileyê dadwerî ji bo xaniman li dadgeha Herêma Kurdistanê, ji bo wê jî Gelawêj Seîd xanim di sala 2002`an de weku yekem dadwera jin ya kurd li Herêma Kurtdistanê li bajarê Silêmaniyê dest bi kar dibe.
Di demê karkirina xwe de, wê xanimê xizmetekî mezin di biwarê yasa û mafên mirovan bi giştî û ya jinan bi taybetî kiriye. Gelawêj Seîd di 7`ê adara sala 2005`an di temenê 62 salî de koça dawî dike.
Jêder: Kurdsat
XELAT