Ji Îlhamê ber bi Afirînerî... Gelawêj Xan

Ji Îlhamê ber bi Afirînerî... Gelawêj Xan

Pirtûka "Ji Îlhamê ber bi Afirînerî, Serpêhatî û Nûjeniyê Di Jiyan û Nivîsandinên Gelawêj Xanim de"

 Pro.Dr. Jîno Ebdullah

Mehmûd Bacelan

 

Di cîhana wêjeyê de dengê jinan her tim cihê girîngîpêdanê bûye, di nava van dengbêjan ,nivîskar û çîroknivîsan، wêjenivîsa mezin a Kurd (Gelawêj Xanim e wek yek ji navekî ku di nav navdaran de diyare, ku cihê destê wê giringiya xwe li ser qada wêjeyî bigiştî û çîrok û romannivîsê de bi taybet hêştiye.

Berhemên Gelawêj Xanimê dengvedana ezmûna jinan û mijarên wan û aktîv û nirxên mirovî û dîroka kultura kurdî û gelek aliyên dine ye, ku di biwarê wêjeya zarokan de jî gelekî bi hûrgilî û baldarî xebitiye û yekem xanima Kurd e ku kariye bi awayekî baldar û têgihêştî di qonax û daxwazên wan bike û romanan  binivîse ku yek ji wan romana (Efsaneya Kelî Nawgerdan) e.

Gelawêj Xanim, ew nivîskara ye ku çîrokên jiyanê ji bûyerên rastî afirandine, bi rastî jî tal û şîrîniya jiyanê tam kiriye, ewqas bi bûyerên Iraq û Kurdistanê aşna ye, ku dema behsa cihek an demek dîrokî an niha dike, wek xwe tîne ziman û cihê guman û nerastiyê nahêle.

Ew Zimanê ku xanim Gelawêj pê dinivîse ne zimanekî dûrî xelkê asayî ye, lê bi kûrahî û têgihiştinî bi kar tîne, sadebûn û zelaliya berhemên wê ji her xwendevanekî re hêsan dike ku wan baş fêm bike û baş bixwîne.

Jiyana wêjeyî ya (Xanim Gelawêj) li ser evîneke kûr a ji bo nivîsandinê û xwesteka xwe îfadekirinê ava bûye. Gelawêj xan bi riya roman, gotar an çîrokên xwe, kariye ku cîhanek tijî cihêrengiya mirovan biafirîne, û ronahiyê bide aliyên tarî û geş ên jiyana jinan.

Di rûpelên vê pirtûkê de emê rêwîtiya edebî ya (Xanim Gelawêj) bişopînin, berhemên wê yên herî girîng analîz bikin û bandora wê ya li ser wêje û civakê binirxînin.

Pirtûk ji du beşan pêkhatiye. Beşa yekem lêkolînek jînenîgarî ye li ser jiyan, nivîsandin û şêwaza taybet a xanim Galawêj di bîr û raman, bîr û têkoşîna wê de.

 Beşa duyemîn jî lêkolîneke analîtîk a naverok û pêkhateya romanê (kareker) e, ku yek ji şaheserên Xanim Gelawêj e û bi hûrgulî li ser awayên cûrbecûr a tundûtîjiyê û nedadperweriya li hemberî jinan axiviye.

 

XELAT/ ji Soranî; Dawûd Çîçek