HELBESTVANÊ KURMANCÎ YA HERÎ BİXEMGÎN: FÊRÎKÊ ÛSÎV

HELBESTVANÊ KURMANCÎ YA HERÎ BİXEMGÎN: FÊRÎKÊ ÛSÎV

Nivîskar: Engîn Yîlmaz 

Ez Xezal im, êzdîya sîpkî

Qîza Îvo, xuşka Hesen, xuşka Ûsiv

Kevanîka Hesenê Cemaldînî

Sînorçî, ez bextê te me

Tu ê cabekê ji min re bînî

Hesen sax e?

Ûsiv sax e?

Kidê sax e?

Gelo li wan dera dikin

Pirsa halê xweyînga xwe?

Êzidiyên Serhedê yên ku di navbera salên 1914-1918'an de li Qers, Wan û Agiriyê ji komkujiyên Osmaniyan rizgar nebûn û xwe nespartin Rûsyayê ew hatin qetilkirin.

Hin jinên rê de hatin girtin bi darê zorê bi misilmanan re hatin zewicandin. Yek ji wan kesên ku bi darê zorê hatin zewicandin Meta Fêrîkê Ûsiv Xezal bû.

Fêrîk, bi vê helbesta xwe va, zûlma hatîye ser meta wî û malbata wî û hemû Êzîdîyên Serhedê biqîrînî tîne ser ziman.

Helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv (1934-1997); di malbateke ku neçarî ji Qersê revîyane û li gundê Sîpana Ermenîstanê bi cih bune de hatiye dinê.

Bixwe Ji eşîra Sipkî bû.

Zavayê Kurdologê navdar Hecîyê Cindî ye.

Gora wî; li Ermenîstanê de gundê Sîpanê (Pampa Kurda) de ye ku ew gundê de ji dayik bûye û mezin bûye û heta mirina xwe li wir mamostetî kiriye.

Mala wî ya li gund; piştî mirina wî ji aliyê keça wî Zera Fêrîk ve veguherîye wek muzexane.

Li gel Cigerxwîn yek ji wan herdu helbestvanên herî mezin e ku di sedsala 20' an de bi zaravayê Kurmancî berhem nivîsandine.

Fêrîk jî wergêrekî baş û berhemdar bû. Gelek berhemên nivîskarên girîng ên edebiyata cîhanê yên wekî Shakespeare, Pûşkîn, Goethe, Lermontov, Yesenin, Avedîk Îsahakyan wergerandîye kurdî.

Ji bilî edebiyatê, di warên dîrok û fîlolojiyê de jî rewşenbîrekî jêhatî bû.

Naveroka helbestên Fêrîkê Ûsiv qedera erdnîgariya ku tê de dijî va tijîye.

Ew şahid û bersûcê erdnîgariya xwe bu.

Loma jî wek rewşenbîrekî; bû çav û guh û deng û hafizaya dîroka civaka xwe.

Ev berpirsiyariya wî ya dîrokî bû û nikarîbû jê birevîya.

Wek her Êzîdî yê ku li Gurcistan û Ermenîstanê dijî, ew jî bi guhdarkirina çîrokên dramatîk ên komkujiyê mezin bibû.

Loma jî di helbestên Fêrîk de; mirov xwîn û hêstirên çawa yên çîrokên derbarê komkujîyen(1828-29, 1877-78, 1914-18) Êzîdîyên Serhedê dibîne.

Helbestê wî de mîrov hesret ú xemgîya kesên ku qetlîaman de hatine  qetilkirin û windakirin hestîyar dike.

Helbestê wî de mirov deng û qêrîna miletekî bêdewlet dibîze ku ew millet ji koka xwe qut bûye...

Ew ne helbestvanek bû ku helbestên xeyalî tenê ji bo wêjeyê çêbike...

Ew bi xwe di helbestên xwe de êş û hesreta xwe jiyaye.

Ji ber vê sedemê di helbestên wî de dramayên xeyalî nîn in.

Di helbestên wî de êşên gelê xwe û malbata wî hene.

Di helbestên xwe de hesreta welatê gelê xwe yê sirgûnî nîşan daye.

Di dema kirina vê yekê de di helbestên xwe de zimanekî sade û têgihîştî bi kar aniye.

Loma jî helbestên wî ji aliyê her kesî ve tên xwendin û hezkirin...

Ew ne helbestvanek bû ku di helbestên xwe de tenê qîrîna gelê xwe ji me re gihandiye.

Ew jî helbestvanek e ku deşt, çem, pez, çiya û bi kurtasî xweza û jiyana rojane ya gundan bi dil û hezkirineke mezin ji me re radigihîne.

Em tevî Kek Bedirxan Epözdemir û Kek Baha Nurşînî çûn serdana mala vî helbestvanê mezin.

Bi gotina Kek Baha Nurşînî me bi vê serdanê ve hesret û dûrketina 150 salî pêk anî.

Kek Baha  mala vî helbestvanê mezin de bi xwendina helbesta em hem xemgîn kir û hem jî kêfxweş kir...

Dema ku me helbestên wî dixwend, Apê Fêrîk ne li cem me bû, lê em bawerbun ku ruhê wî yê ku di helbestên wî de pêçayî bi me re bû...

Her derê mala Apê Fêrîk, ku kiribûne muzexane, mîna helbestên wî tijî xem bû...

Di hundurê vê xaniyê gundî yê sade û çend odeyî de,  çend eşyayên malê yên kevin û nivînên îhmalkirî hebû...

Tiştê ku ji wî maye ev xaniyê gundê ku di hundurê de çend tiştên kevn hene.

Lê wî bi helbestên ku bi Kurmanciya xwe ya zelal û paqij nivîsîye navekî wisa ji miletê xwe re hişt ku heta dinya hebe ew ê tu carî neyê jibîrkirin...

Ez serê xwe li hember vî helbestvanê mezin ditewînim, ku hemû jiyana xwe li gundê ku lê jidayik bûye mamostetî kiriye û jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe û eşkerekirina êşên wî radigandîye...

FÊRÎKÊ ÛSÎV

XELAT