Alfabeya Kurdî ya kêvnar Masî Soratî
Amadekirin: Memo Zana

Damezrînerê vê alfabeyê bê guman bav û kalên kurdan e û demên berê, di destpêkê de ji bilî kurdan kesekî ev tîp bi kar ne tanîn, lê mixabin îro ketine nav rûpelên dîrokê û ne di destên kurdan de ne.
Bi vê alfabeyê gelek gotar û pirtûk hatine nivîsandin. Û hin ji wan pirtûkan hîn jî li Parîs Bibliotheque Nationale û Tehran Sipehsanan peyda dibin. Berhema Ibn Wehşiye vê rastiyê îspat dike.
Alfabeya Masî Soratî yek ji alfabeyên kêvnareye ku ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn. Ev alfabe xwediyê 37 tîpan bû. Ibn Wehşiye di berhema xwe ya bi navê ‘Şûq el-mistiham fî me'irifet rimûz el-aqlam’ de ku di sala 241ê koçî / 855ê zayînî de ji bo Evdilmelîkê Merwan nivîsiye, dibêje:
Alfabeya Masî Soratî (ji pirtûka Ibn Wehşiya)
"Gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên masî soratî dinivîsin. Min di Naûsiya Bexdayê de sê pirtûkên kurdî ku bi tîpên masiya soratî hatibûne nivîsîn dîtin. Niha jî li Şamê du cild ji wan pirtûkan li ba min in ku ji wan yek dabaşa perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û yek jî dabaşa peydakirina avê di herêmên hişk, dêmîn û bêav de dike. Min ev her du pirtûk wergerandine ser zimanê erebî, da ku her kes kelk (havil) û sûdê jê werbigire.
Ew alfabeya ku bi masî soratî bi nav û deng e, piştî ku ji wê tîpên ebcedî wergirtin û ji elîf heta xeyna erebî jê derxistin, lê çend tîpên din ên zêde man, piştî ku tîpên 'p' û 'ç' jî jê derxistin, lê belê dîsa jî heft tîpên dinê zêde man ku di tu zimanên din de tune ne. Her wiha deng û fonetîka wan di tu alfabeyeke dî de nayê dîtin. Me ji bo 6 tîpan ji wan ti deng û wêneyek di nav ti alfabe û zimanekî de nedît. Diyar e ku dengên pir seyr û balkêş hene û bi alîkariya wan tîpan xwendina her nivîsekê bi her cure zimanî ji bo kurdan hêsan e. Her wiha Quranê jî wekî erebên deştê dixwînin û belkî baştir jî dixwînin. Pêwist e bê gotin ku gelek peyv û bêje di bingeh û koka xwe de bi kurdî ne û ereban ji kurdan wergirtine û niha bi navê ereban tên bikaranîn lê di rastiyê de koka wan tenê û tenê di zimanê kurdî de tê dîtin.
Çavkanî: Ahmed ibn Ali al Mukhtar ibn Abd al Karim (ibn-Wahşiya).
XELAT
