Çend gotin li ser wergerê

Çend gotin li ser wergerê

WERGER

(Çend gotin li ser wergerê)

Nivîs: Karîna Osêyan

Meriv bi hêsanî dikare bibêje ku ez wergêr im, lê werger ne bi hêsan e û ne tenê bi nivîsê tê kirin. Keda min jî di nav wan hejmarên Lew Werger  de heye û ez bi wergerên xwe serbilind im. Bi rastî wergera min ye ewil devkî hatîye kirin, sedemên wergerên min dijwarî, aboriya xirab, koçberî, rêwîtî bû. Roja îroyîn tiştên ku ez dikim ji bo xizmeta gelê min e. Armanca min ev e ku ez dengê helbestvan û nivîskarên biyanî bibihîzim û bidime nasînê, di bingeha armanca wergerê jî ewe. Rast bêjim, dema ku ez ji wêjeya cîhanê wergeran dikim, hevnasînek delal çêdibe di navbera me de. Û ez dixwazim wan bînim di nava wêjeya xwe de.

Tiştekî balkêş e ku em kûltûra û çanda welatên din bizanibin, binirxînin û bi vî awayî zanîna xwe zêda bikin. Ez vê jî bêjim. Li werger ez bi awayekî profesyonel nekim, ez bi qasî qeweta xwe û zanîna xwe dikim, herî zêde kar û xebatên min li nexweşxaneyên de derbas dibe. Rast bêjim heger ez li welatekî dinê pêşketî bûma, wê pir cuda bibûya jiyana min. Rola wergêran, helbestkaran û rewşenbîran gelekî bilinde li welatên din. Mixabin di nav me de qedir û qîmet nayê dayîn. Herkes dibêje EZ û EZ tu kes nebêje EM.

Mixabin miletê me miletekî kerr û kor in, ew qîmetê nadin karê te û zû ji bîr dikin, tiştên ku te kirine zû tê pûçkirin, bi vî awayî te dişkînin. Ez van gotina wek gazin nabêjim, lê dilê min gelek diêşe, ji ber ku ew radestiye me ye.

Kesên ku bi zanebûna xwe, bi qeweta xwe û bi dilekî dirust helbest, çîrok, gotinên pêşiyan wergerandine û werdigerîne, em gerek qîmetê bidin e wan de. Rê li ber wan negirin û bêhurmetiyê wan nekin, da ku em pêş herin çand û hunera xwe jî bidin nasîn.

Jiyan pir kurt e, li hev xwedî derkevin, Na pey hevdu kevin

XELAT