Nivîskar Sadiq Behadînê Amîdî

Nivîskar Sadiq Behadînê Amîdî

Nivîskar: Merwan Berekat

 

Sadiq Behadînê Amîdî di sala 1918an de li bajarê Amîdiyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Li ser destê bavê xwe perwerdeya dînî (olî) dibîne.

Di sala 1932an de, xwendina xwe ya seretayî li bajarê xwe Amîdiyê kuta dike. Di sala 1932an de, xwendina xwe ya amadeyî li bajarê Mûsilê bi dawî dike. Piştre dere bajarê Bexdayê perwerdeya mamostetiyê ya bilind dixwîne, piştî çar salan bawenameya bekeloriyosê di xaknîgariyê de wedigire.

Di sala 1941an de, li bajarê Kerkûkê dibe mamosteyê. Herweha li bajarê Helebçe heft salan karê perwedeyê dike. Piştre li bajarê Silêmaniyê jî sê salan karê berwedeyê dike. Piştre li bajarê Zaxo herweha li bajarê Hît yê li barêzgeha Enbarê karê perwerdeyê dike. Li dawiyê diçe li dibistanên bajarê Bexdayê hefdeh salan waneyên xaknîgariyê dide.

Dema ku Rêveberiya Lêkolînên Kurdî li Bexdad tê damezirandin, dibe hevserkê rêveberiya giştî. Piştre li zanîngeha bajarê Bexdayê, beşê wêje û zimanê Kurdî di navbera salên (1963 - 1965) de mamostetiyê dike.

 

Sadiq Behadînê Amîdî, di 16 Hizêrana 1982an li bajarê Bexdayê ji dinyayê bar dike û dere ser bextê xwe yê dawî. Li bajarê xwe Amadiyê dispêrin axê.

 

Berhemên Sadiq Behadinê Amîdî:

- Îdîmêt Kurdî. Sala 1972an.

- Rêzimana Kurdî. Sala 1973an.

- Dîwana Cezîrî berhevkirin û şirovekirin li

Bexdad. Sala 1977an.

- Dîwana Pirtoyê Hekarî. sala 1978an.

- Nûbihara Ehmedê Xanî, Lêkolîn û Şirovekirin.

Sala 1979an.

- Hozanvanêt Kurd. Berhevkirin û şirovekirin.

Sala 1980î.

- Xan û Man, (Çîrok û Bûyer. Sala 1080î.

- Mewlîdnameya Bateyî. ( Berhevkirin û Şirovekirin) sala 1082an.

=======================

Wêne: Li tenişt peykerê Sadiq Behadînê Amîdî, li bajarê Amîdiyê, Başûrê Kurdistanê.

Dîrok 27. 05. 2025

XELAT