SALVEGERA KOÇA DAWIYA MAMOSTA ÎBRAHÎM EHMED

SALVEGERA KOÇA DAWIYA MAMOSTA ÎBRAHÎM EHMED

24 sal biser koça dawiya Mamosta Îbrahîm Ehmed re derbas dibin, siyasetmedar û xebatkar û nivîskarê navdarê gelê Kurd mamosta (Îbrahîm Ehmed) di 8/4/2000 di temenê 86 saliya xwe de li bajarê Londonê malavayî li ax û netewa Kurd kir û xermanek ji belavkirinên xwe yên wêjeyî ji bo gelê xwe bicî hêşt.

Ev têkoşerê mezin yê Kurd ku bi dehan sal xebat û tekoşîn ji bo doza gelê Kurd kir di 6/3/1914`an ji malbateke naskirî ya bajarê Silêmaniyê jidayîk dibe, di sala 1937`an li bajarê Bexdadê kolêja yasa temam dike û di salên 30`an de digel hêjmarek ji xwendekarên Kurd li Bexdadê komekê bi navê (Lawên Kurd) ava dike û kovarekê bi navê (Diyarî Lawan) belav dikin.

Îbrahîm Ehmed bi damezrêner û berpirsê "JK" li başûrê Kurdistanê tê naskirin û piştî rûxana komara Mehabadê, Îbrahîm Ehmed û şaxê "JK" di sala 1947 de piştî civînekê biryar dan ku biçin nava Partiya Demokrata Kurdistanê, mamosta Îbrahîm Ehmed bi serokê şaxê Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê tê hilbijartinê.

Di sala 1948`an de Îbrahîm Ehmed 18 mehan tê girtin û piştî azadkirina wî heta pêketina şoreşa 14`ê Tîrmehê ya sala 1958 `an ya Êraqê rêya xebata veşartî digre ber xwe, di sibata sala 1951`an di kevana kongireya duyem ya PDK`ê li bajarê Bexdadê Îbrahîm Ehmed bi dengên gitşî yên endamên kongrê bi sekreterê giştiyê PDK`ê tê hilbijartinê, her di wê kongreyê de û li ser pêşniyara Mamosta Îbrahîm Ehmed navê partiyê bo Partiya Demokrata Kurdistan – Êraq tê guhertin.

Di sala 1961`an de, Îbrahîm Ehmed wek sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê û sernivîserê rojnameya (Xebat) kar dikir û digel pêketina agirê şoreşa Îlonê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di warê siyasî de şoreş birêve dibir, piştî binketina şoreşê berê xwe dide revendê û piraniya jiyana xwe li bajarê Londonê paytexta Birîtanyayê derbas dike.

Îbrahîm Ehmed di temenê 18 saliyê de di rojnameya (Jiyan) de kar kiriye, di sala 1939 heta sala 1949 digel mamosta Eladîn Secadî kovara (Gelawêj) derdixistin.

Piştî serkeftina şoreşa 14`ê Tîrmehê ya 1958`an, çend hêjmarek ji kovara Rizgarî belav dike û di heman demê de berpirsyartiya rojnameya Xebatê jî dikir.

Îbrahîm Ehmed ji bilî wê rojnameyê jî xwediyê rojnameya (Kurdistan) jî bû ku heval Mam Celal wê demê sernivîerê wê rojnameyê bû.

Sala 1961`an ji ber belavkirina gotarekê li dijî desthilatdarên Êraqê, rojnameya Xebat û Kurdistan têne daxistin û fermana zîndankirinê bo Îbrahîm Ehmed derdikeve.

Mamosta Îbrahîm Ehmed di warê wêjeyî de jî çendîn karên bi nirx nivîsîne wek (Jana Gel, Kwêrewery, Dwa Tîrî Kewan) û çend berhemekî newaze yên dinê. Her weha proşura (Ekrad û Ereb) jî ku di sala 1937`an bi erebî nivîsî ku hewleke mamosta Îbrahîm bû ji rêxistina peywendiyên di navbera Kurd û Ereban de li Êraqê.

Îbrahîm Ehmed piştî xebat û tekoşîneke bê rawestan ji bo mafên rewa yê gelê Kurd êvariya roja 8/4/2000 di temenê 86 saliya xwe de li bajarê Londonê koça dawî kir û cenazeyê wî bo bajarê Silêmaniyê hate guhastin û bi merasîmeke mezin û hêja li warê bav û bapîrên xwe hate veşartin.

Eve jî helbesteke rewanşad mamosta Îbrahîm Ehmed e:

Dagirkerê dil tijî li kîn

Zalimên bê wijdan û dîn

Ger Qendîl û Agirî û Şîrîn

Dûz bikin bi rûyê zemîn

Hûn nikarin weha bikîn kurd nebîn

Em her kurd bûn û

Emê her Kurd bimînin

Ji beriya agir perestî de

Ji berya muslumantiyê de

Di dîlî û serbestiyê de

Em her kurd bûn û

Emê her Kurd bimînin

Ne Ereb im û ne jî Îranîm

Ne jî Turkekî çiyayîm

Ne tenê ez bi xwe. dîrok dibêje

Ku ez Kurd im û Kurdistanîm

*Wergerandin ji Soranî bo Kurmancî: Dawud Çîçek

 

XELAT