Bîranîna Komkujiya Şewata Sînema Amûdê

Bîranîna Komkujiya Şewata Sînema Amûdê

Dîrokzan û Zimanzan: Biradostê Mîtanî

 Bîranîna Komkujiya Şewata Sînema Amûdê 13-11-1960z, îro bîranîna(63) ,ya komkujiya şewata sînema AMÛDÊ ye,

Komkujiyek pir xemgînî ye. Bi koman  ji zarokên xwendekar ên  bajarê Amûdê bûn qurbaniya nefreta rêjîm û rêvebiriya  wî çaxî ,m. Di sînemeyek bêguhdan de.   Dîwar herî bûn. Ban pûş bû. Cawekî mazotkirî bi boyax bi dîwaran de bû. Filim û motor kevin bûn û gerim dikirin. Avahî weke xanekê bû. (18)m dirêj bû. (6) m fereh bû. Du derî li ber bûn . Yê serek hatibû girtin û yek nependî bû. Vekirî bû. Bîrek li derê wî . Zaroka ku direvî dikete wê bîrê de. Dema agir bi zarokan ket polîsan ji derve deriyêserek nedivekirin û nedihiştin xelk bi wan ve here. Pencerên wê bilind bûn.

Navê filim Cinawerê Nîvê Şevê bû. Ev nav ne li gor temenên wan zarokan bû.

Ji dibistanên : Elxezalî,Mûtenebî û Emarê kurê Yasir û ji derve zarok kom dikirin û hene tehf fudane hindirû de.

 Perên ku ji zarokan standin  ji şoreşa Cezayir re bûn.

Agir di kuleka cihê film re derket û bi banî û  cawê boyaxkirî ket.Bihtir ji (500) zarokî di sînemê de kom kirin (284) zarok pakrewan ketin. Wê di paşerojê de bûbane nojdar, endizyar ,mamoste û zana.

Mêrxas Mihemedê Axê  yê ku li çayxanê  bû ,bi bez bi wan ve çû û yekî gotiyê kurê te ne di nav wan de ye  û wî  got: Zarokên tê de hemû kurên min in û çû polîs tehf dan û pencerek şikand û (6) caran xwe tavête nav êgir de û her car di bin çingê xwe de du zarok firyad fikiri.  Wî (12) zarok firyad kirin.Cara heftê hasinekî ku di bin ban de bû ,heliha û bi ser de hate xwar û ew jî pakrewan ket.

Yadê Ferîda jî ,mirov pê pir şanaz e ku wê jî (7) zarok firyad kirin.

Heta agirkuj ji Qamişlo hat ,êgir cendekên wan zarokên pakîz û bêgunih dabeland û xirabiya wê agirkujê ew bû ku dîwar kire herî û bi ser cendekan de anî xwarê.

Heyf û mixabin bihna goştê biraştî bi ser bajarê Amûdê ket . Lê goştê furiştan bû.

Bi koman girê Şermolayê û wan gundan hêviyên xwe yên paşerojê di bin axê de himbêz kirin.

Pîlan di sukra serokê hewalgirên (Mûxaberat)Sûriyê Evdilhemîd Serac,Rêvebirê Navçeyê Mistefa Şi'ban û yên weke wan de ye.

 Ev pîlana qirêj hevalekî Hi-tlir ê navdar bi qirkirina Hol-okostê, danî. Wî ji Elmaniyayê bazda bû Cezayir û ji wir hate Şamê ,di bin siha desthilatdariya Cemal Evdilnasir de. Ew ji bo pîlanê ji Şamê hate Cizîrê û bajarê Amûdê ji komkujiyê re bijart.

 Henek li ser girekî bûn û digotin: Ka agir bi sînemê neket. Weke ku pê zanibin û li bendê bin

Ji bo rêjîm komkujiyê winda bike ,sînema mihû kiriye û gulîstanek tê de, peykerî şoreşa Cezayir daniye.

Jêder:

-Kovara Elhîwar -Hijmarên 30-31-36.

-Rojnana Elmenar a Misrî-Hijmara 2045.

-Pirtûka Amûdê dişewite ,ya bi Erebî. M. Hesen Dirêyî.

XELAT