Kurdolojî li Qazaxistanê û Asya Navîn

Kurdolojî li Qazaxistanê û Asya Navîn

*Hejarê Şamil - Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê

Di serdema Împaratoriya Rûsyayê de navenda zanistiya Kurdolojiyê Saint Petersburg bû û her wiha di sedsalên 19’an de li Tbilisê (Tîflîs) paytexta Gurcistanê jî di vê hêlê de karên girîng dihatin meşandin. Piştî damezrandina Yekîtiya Sovyetê, St.Petersburg rola xwe ya serdest parast. Di heman deme de li bajarên Moskova, Erîvan, Tbilisî û Bakûyê xebatên Kurdolojiyê pêş ket.  

He rweha bi terciha Moskovayê bajarê Erîvanê bi piranî ji sedemên siyasî, wek navenda edebiyat, çand, perwerde û rojnamegeriya Kurdî hat hilbijartin. Lêbelê, di salên destpêkê yên Yekîtiya Sovyetê de, bajarê Tbilisê ku bi kevneşopî wekî navenda Qefqasyayê bû, ji bo vî karî guncavtir hatibû dîtin. Paşê, bi ya min sê sedemên sereke hişt ku Erîvan wekî navenda wêjevanî, gojnamegerî, çand û hunera Kurdî bête hilbijartin:

Beriya her tiştî, di destpêka sedsala 20an de, nifûsa herî mezin a kurdîaxêv, li Ermenîstanê bû: 15 262 kes (serjimariya 1926). Di heman salê de 6 hezar 487 kurd li Gurcistanê hatibû qeydkirin. Di nav 41 hezar 193 Kurdên ku li Azerbaycanê hatine tomarkirin de, hejmara kesên Kurdîzan gelek kêm bû.

Sedema duyem jî ew bû ku Ermenî û Kurdên li Ermenîstanê dijîn, ji zilma tirkan gelek êş kişandibûn û ‘birayên qederê' bûn. Di vî warî de Ermenistan zemîneke zexmtir bû ji bo pêşxistina çanda Kurdan.

Sedema sêyemîn. Di destpêka salên 1920î de, serokê Gurcistanê Lavrentiya Beriya siyaseta Gurckirina Tbilisê dişopand. Di demeke kin de Ermeniyên ku li Tibilîsê piraniya wan bûn, kir hindikahî. Di vî bajarî de 'navenda Kurdan' avakirin, dijî stratejiya Beriya bû. 

 

XEBATÊN KURDOLOJIYÊ Lİ QAZAXİSTANÊ Û ASYA NAVÎN PİŞTÎ HİLWEŞÎNA YEKÎTİYA SOVYETÊ DEST PÊ KİRİN

 

Kurd di sala 1937’an de ji Azerbaycan û Ermenistanê, di sala 1944’an de jî ji Gurcistanê sirgûnî Qazaxistan, Qirgizîstan û Ozbekistanê hatin kirin.

Di serdema Şah Abbas (1571-1629) de bi deh hezaran Kurdên ku îro li Tirkmenîstanê dijîn koçberî vî welatî bûne û di serdema Nadir Şah (1688-1747) de jî ev pêvajo berdewam kiriye. Ew xizmên kurdên Xorasanê ne. Kurdên li vî welatî dijîn rastî asîmîlasyoneke topyekûn hatine.

 

Lİ QAZAXİSTANÊ XEBATÊN KURDOLOJİYÊ

 

Di serdema Yekîtiya Sovyetê de li Qazaxistanê û dewletên Asyaya Navîn hin xebatên çandî yên wekî avakirina komên folklor û muzîkê hebûn jî, lê xebatên Kurdolojiyê qet nehatin kirin.

Xebatên Kurdolojiyê li Qazaxistanê û Asyaya Navîn piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê dest pê kirin. Lê, kurdologên Sovyetê di dema Sovyetê de li ser Kurdên li van welatan dijîn hîn berhem danîne holê. Pirtûka 'Devoka Kurdên Turkmenistanê' (Moskova, 1962, Çerkez Bakayev, 1912-1998) ya herî girîng ji van e. Olga Îvanovna Jigalîna (1946-2013) di monografiya xwe ya bi navê «Mîrtîyên Kurd ya Xorasanê di dema Gacarên dawî de» û di hin gotarên xwe de behsa Kurdên Turkmenistanê kiriye. Di dema Sovyetê de di medyaya navendî û herêmî de li ser Kurdên Qazaxistanê û Asyaya Navîn hîn nivîsên înformatîk dikeve li ber çavan, lê lêkolîneke sîstematîk nehatine kirin.

Rojnameya Sibê ya demkurt ku di navbera salên 1982 û 1984'an de li Qazaxistanê bi Rûsî û Kurdî derketiye, mînaka yekem a çapemeniya Kurdî li welatên Asyaya Navîn e.

Di 19ê Îlona 1991ê de li Qazaxistanê rojnameya «Kurdistan» wek organa rêxistina «Yekbûn»ê bi zimanên Rûsî û Kurdî dest pê weşanê dike. Xebatkarên pêşî yên rojnemeyê Rostam Broyî, Mehmedê Misto, Mamed Yusubov, Mustafa Yusuf, Firûdîn Osmanov û Aylaze Hemîd in. Rojnameyê ji sala 1993an ve weke weşana Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê weşana xwe didomîne. Navê rojname du cara tê guhertin. Piştî «Kurdistan» bi navê «Kurde Zana» derdikeve û di sala 2004’an de navê wê dibe «Jiyana Kurd». Sernivîserê yekem yê rojnameyê Rostem Broyî (1991-1993) ye. Paşê Kinyaz Mîrzoyêv (1993-1994), Mehmedê Misto (1994-1997), Hesenê Hecîsilêman (1998-2015), Hesenê Evdo Aliyev (2015-2022) û Casimê Cefer Osmanov (2022) sernivîsertî dikin. Rojnameyê car caran navber daye weşana xwe lê, bi gelemperî mehê carekê tê weşandin.

Îro rojnama «Jiyana Kurd» bi zimanên Kurdî, Rûsî û Qazaxî derdikeve, bi giranî rûpelên xwe de cih dide mijarên civakî û çandî yên girêdayî Kurdên Qazaxistanê û mijarên girîng ên Kurdistanê. 

Kovara «Nûbar» ya civakî, çandî û wêjeyî, di sala 1992'an de li bajarê Almati yê Qazaxistanê bi zimanên Kurdî, Rûsî û Qazaxî bi navê «Kurd» dest bi weşanê kiriye. Sernivîser Kinyaz Mîrzoyêv, xebatkarên pêşîn Eskerê Boyîk, Salîhê Heso Seyadî, Hesenê Evdo û Hesenê Hecîsileman bûn. Kovarê di navbera salên 2009 û 2021’an de dema ku Kînyaz Mîrzoyev sernivîser û Hejare Şamil edîtor bû, serdema xwe ya herî berhemdar derbas kir.

Kovara «Nûbar» tenê bi Qazaxistanê re sînordar ne maye, bi berdewamî mijarên çandî û wêjeyî yên Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê û Kurdistanê ronî kiriye. 

Malpera bi navê «Berbang-nur.com» ku di nîveka salên 2010'an de weke organa medyayê ya Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê hate damezrandin, ji bo hînbûna jiyana civakî ya Kurdên li vî welatî, çavkaniyeke girîng e. 

Di destpêka salên 1990î de hatina yek ji endamên dibistana Kurdolojiyê ya Ermenistanê prof. Kinyaz Mîrzoyevî (1947-2021) li Qazaxistanê, bû sedem ku xebatên Kurdolojiyê li wir bi awayekî sîstematîk bên kirin.

Li Qazaxistanê gotar û pirtûkên wek «Sirûda netewî ya gelê kurd» (1991), «Têkiliyên edebî yên Kurd û Gurcî» (1992), «Rêya geşbûna têkiliyên edebî yên Kurd û Azerî» (1993), «Têkilîyên navbera wêjeyan û varisî» (1996), «Çarenûsa dîroka wêjeya Kurd” (1998), «Kurd, Ansîklopediya piçûk» (2001), «Edebiyata kurdî / Edebiyata gelên Qazaxistanê» (2004), û hwd. ya Kinyaz Mîrzoyevî têne weşandin. Yek ji xizmet û xebatên herî girîng ên K. Mîrzoyev li ser ziman û perwerdeyê ye: «Zimanê Kurdî. Pirtûka dersê ji bo polên 2-9» (2006), «Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)» (2006). «Alfabeya Kurdî» (2020), «Zimane Kurdi (Zaravaye Kurmanci)» (2021).

Pirtûkên prof. Nadir Nadirov (1932-2021) «Em Kurdên Qazaxistanê» (2003) û «Cûdahiya demê an vegerên dîrokî: testa duristiyê» (2008), ku bi Rûsî hatine çapkirin, ji bo hînbûna paşxaneya dîrokî û pêvajoyên pêşketina Kurdên Qazaxistanê çavkaniyên girîng in. Her du pirtûk ronahiyê didin ser dîrok, jiyana civakî û siyasî ya Kurdên Qazaxistanê û Yekîiya Sovyeta berê.

Yekemîn pirtûka ku jiyana dîrokî, civakî û çandî ya Kurdên Qazaxistanê û Asyaya Navîn dinirxîne, pirtûka Ezîzê Zîyo Bedirxan (1953) ya bi navê «Kurdên Qazaxistanê» (1995) ye.

Pirtûkên Azîze Zîyo yên bi navê «Kurdistana Sor» (2009) û «Mele Mistefa Barzanî - Mirovê Efsaneyî» (2013) di warê Kurdolojiyê de xwedî naverokeke zanistî ya girîng in.

«Xwarinên neteweyî yên Kurdî» (1999), pirtûka doktor Halîme Amo Nadirova (1941) mînaka yekem e ku li Yekîtiya Sovyêta berê çanda xwarinên Kurdî dide naskirin.

Pirtûka Prof. Mehmedê Misto Mamedov (1956) ya bi navê «Kurdên YDS: rewşa niha û meyla pêşkeftinê» ku di sala 2000î de bi Rûsî hatiye çapkirin, di lîsteya lêkolînên Kurdolojiyê yên Asyaya Navîn de cihê xwe girtiye. 

Pirtûka Rûsî "Derbarê erdnîgariya Kurdistanê û Kurdan" (2009) ya Tîmûr Sadîkovîç Ahmedov (1936) hewleke baş e ku welatê Kurdistanê bi xwendevanên rûsîaxêv bide nasîn.

Pirtûka Rûsî ya Hesenê Hecîsileman (1951-2015) "Rêya Jiyanê" (2009), ku behsa jiyan û têkoşîna serokê rêxistina Kurdên Sovyetê «Yekbun»ê Mehmedê Siloyê Babayev dike, di warê fêrbûna serdema 1937-1991 de çavkaniyeke girîng e.  

Berhema Gulnara Ahmedova ya bi navê 'Elfabeya Zimanê Kurdî' (2023) di warê hînkirina nivîsandin û xwendina bi Kurdî de destpêşxeriyeke baş e.

Ji xeynî Kurdan, di van 20 salên dawî de hinek xwendekar û zanyarên Qazaxistanê li ser Kurdolojiyê tez û gotar nivîsandine. Ji vana ya herî berçav berhema Orjanova Uljan Kerimbekova ya bi navê 'Pêşveçûna civakî-çandî ya diyasporaya Kurd li Qazaxistanê' ye.

 

Lİ QİRGİZİSTANÊ XEBATÊN KURDOLOJİYÊ

 

Xebatên Kurdolojiyê li Qirgizistanê dema ku Hejarê Şamil (1966) di sala 2005an de koçî vî welatî kir dest pê dike. Broşura K.Amirova ya bi navê «Proza kurdî (1936-1980)» ku di sala 1995'an de li paytext Bîşkekê bi Rûsî derketiye, îstisnayek e.

Pirtûka Hejare Şamilî «Kurdên Diyasporayê. Lêkolîneke dîrokî û rojane li ser Kurdên Sovyetê» ku bi li Stembolê bi Tirkî (2005) û li Bişkekê bi Rûsî (2007) hate weşandin, di tevahiya dîroka Kurdolojiya Sovyetê de yekemîn pirtûka ku dîrok, jiyana civakî, çandî û rewşa siyasî ya hemû Kurdên Sovyetê bi panoramatîk û bi hûrgulî lêkolîn dike.

Pirtûkên «Kurdên Qirgizistanê» (2011), «Kevneşopî û nûjenî di çanda Kurdên Qirgizistanê de» (tevî S.M.Skripkina) (2011), «Kurd li Meclisa Gelên Qirgizistanê: Xurtkirina toleransê» (tevî S.M.Skripkina) (2016) bi encama însiyatîf, ked û hewldana Hejarê Şamil hatiye çapkirin.

Weşanxaneya "Zengezûr" ku di sala 2006an de Hejarê Şamil li Qirgizistanê damezrand û bi tena serê xwe birêve bir, di dîroka Yekîtiya Sovyeta berê de yekemîn û tekane weşanxaneya Kurdî ye. Heta sala 2014an zêdetirî 20 pirtûkên Kurdî û Rûsî di weşanxaneyê de hatine çapkirin.

Di nav van pirtûkan de «Jiyan di reya welatparêziye de. Jînenîgarî» (Hejare Şamil, 2007), «Kurdistana Sor» (Ezîzê Zîyo Bedirxan, 2009), «Rêya jiyanê» (Hesenê Hecîsilêman, 2009), «Dîroka Kurdistana Qefqasyayê» (Wekîl Mustafayev, 2011), «Mele Mistefa Barzanî - Mirovê Efsaneyî» (Ezîze Zîyo Bedirxan, 2013), «Rêbera Axaftinê.  Rûsî-Kurdî» (Kamîz Şeddadî, 2012) û hwd. ji girîngtirîn mînakên lêkolînên Kurdolojiyê li Asyaya Navîn e.

Nêzîkî sed gotar di malpera midiya.kg (2010-2013) de ku ji aliyê Hejarê Şamil ve hatiye birêvebirin, li ser dîrok û jiyana civakî ya Kurdên Qirgizistanê û her weha li ser mijarên Kurdolojî hatine weşandin. (Di sala 2013an de malper hatiye arşîvkirin û girtin).

Pirtûka lêkolînê ya Uğur Adsız (1988) bi navê «Kurdên Qirgizistanê» (2020, Stenbol) ji bo fêrbûna dîroka sirgûnê û jiyana civakî ya Kurdên li vî welatî dijîn, çavkaniyek baş e. Her wiha lêkolîner Uğur Adsız teza xwe ya masterê li ser Kurdên Qazaxistanê nivîsandiye.

 

KURDOLOJÎ Lİ WELATÊN DİN ÊN ASYAYA NAVÎN 

 

Li Ozbekistan, Tacikistan û Turkmenistanê xebatên Kurdolojiyê nehatine kirin.

Di çapameniya peryodîk a van welatan de û di hin pirtûkên li ser Rojhilata Navîn de agahiyên giştî û naskirî yên li ser Kurdan cih girtiye. 

Dîsa em dikarin behsa çend gotarên Baxşî Salih Ehmed (1922) ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye, li ser Kurdistanê û Kurdan bikin. Ew li Enstîtuya Rojhilatê Ozbekistanê mamostetiya zimanê Erebî kiriye. 

 

ENCAM

Li pey hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û piştî ku Ermenistan serxwebûna xwe bi dest xist, li vî welatê ku wek navenda ‘Ronesansa Kurdan’ tê dîtin, xebatên Kurdolojiyê hema hema rawestiyane. Sedema sereke ya vê rûxandinê, rawestandina piştgirîya dewleta Ermenistanê û koçkirina rewşenbîrên Kurd ji vî welatî bû. Mirov dikare bibêje ku piştî nîveka salên 1990î di warê Kurdolojiyê de ‘ronesans’ derbazî Qazaxistanê û Qirgizistanê bu. 

Li vir, divê ku karên edebî û zimanî yên ku bi xebatên Kurdolojîyê re paralel hatine kirin, bi bîr bînin. Di van salan de bi dehan pirtûkên edebî, dersxane, fêrbûna ziman û bernameyên metodîkî yên dibistanên kurdî hatin weşandin.

 

XELAT