Begê xwedî rûmeta rojnamevanî û evîndarê nav romana Kurmancî
"Memdûh Selîm Beg,
Begê xwedî rûmetê rojnamevanî û evîndarê nav romana Kurmancî"
Nivîs: Stran Ebdulah

Di van rojan de min romana (Siya Evînê) ya romannivîsê Kurd Mihemed Uzun xwend ku portrîtêkî hûr û bedew a jiyan û tekoşîna xebatgîrî ya Kurdistanî ya seranserî a Memduh Selîm Begê Wanlî ku berfireh ku hertim zindî ye û bê rawestan ku yek ji bavên damezrênerên Kurdayetî ya hemdem nîşan dide. Uzun di ezmûna xwe ya romannivîsiyê de bi kurmancî û latînî astengiyên bi turkkirinê û helandina netewî derbas dike û nivîsekî wêjeyî ya bêhempa pêşkêş dike. Uzun di serpêhatiya xwe ya nivîsandina romanên bi kurmancî û latînî de, astengên tirkkirin û helandina neteweyî derbas dike û metneke wêjeyî ya bêhempa pêşkêşî me dike.
Ew nivîsek tejî tam û statîk dide me. Kêfxweşiyeke mezin e ku hewldanên kurmancî û latînî vî karê çandî û hunerî bi cih tînin. Eşkere ye ku Uzun ji bo qebûlkirina naveroka xebateke neteweyî û Kurdistanî tenê nexwestiye navbeynkariyê bike û guh nede vegotin, nivîsandin û pêkhatina metnê.
Du romanên ku bi soranî hatine wergerandin (Ronak wek evînê, tarî wek mirinê) û (Siya evînê) bi kêmanî ji bo xwendevanên asayî yên wek min şahidiya vê yekê dikin.
Heqe jî xwendinên rexneyî êdî rexnegirên wêjeyî di vê romana nû de bikin. Yanî ji vê baldariya raguzarê min wek xwendevan derbas bike û kûrtir û hûrtir di vê rêyê de destê me bigre.
Romana (Siya Evînê) bi saya evîna bêçare ya Memduh Selîm Bege, romalkirina jiyana dijwar a vî xebatkerê mezinqonaxa rabûna neteweyî û rojnamevanî ya kurde li Stenbolê ye.
Qonaxa koçberî û rêxistinbûna giştî ya xwebûnê û wêstgeha şoreşa Araratê û piştre jî êş û birînên şikestinê û pêranegihêştinê, ceribandina dil û soz û evîndariyê û nexweşiya jiyana xurbetê û sed derdên nexweş û naxoşî û sirgûn û tecrîdê hewleke zêde ji romannivîs xwestiye.
Wî serî li hemû alav û efrandinên wêjeyî daye û lêkolîn kiriye û şiyana wî hebûye. Heta ew tiştên hûr ku cih jêre nehatiye vekirin bi berfireh, bi jest, flashback û îfadeyên kûr li ser xebitiye.
Lê ji bo me rojnamevanan qonaxa jiyana rojnamegeriya Stenbolê ya Gazete Jîn û deste xwişkên wê ji amûrên xebata nûjen a bavê damezrînerên kurdayetiyê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem wêdetir behs kiriye.
Lê ji bo xwendevanê romanê şewat û mezinbûna kesayetiya evîndar û lehengê destanê di jiyana sirgûnî û koçberiyê de girêka dramatîk a kujertir e, balkêştir e û xwîner aniye ser berdewamiya xwendina romanê.
Uzun di vê de jî baş kiriye û bi awayekî hostatî û hunerî û bi jêhatî roman çêkiriye.
Jixwe ji bo xwendvanên romanê avakirina karakter û geşbûna wê di serpêhatiya jiyanê û qonaxên jiyaneke dewlemend de serekî ye û ji bo lêkolîner jî arastekirina têkoşîn û hevrikiya siyasî ya tekoşer Memduh Selîm Beg pir girîngtir e. Lê belê ew alî di pirtûkên dîroka netewperestiya kurdî û rêrewa rojnamegeriya kurdî de tê dîtin.
Nivîskar û dîroknas Newşîrwan Mistefa di pirtûka xwe ya bi navê (Çend Rûpelên ji Dîroka Rojnamegeriya Kurdî 1898-1958) de behsa van aliyên Begê Wanlî axiviye.
Romana (Siya Evînê) bi hemû hûrgilî û bedewiyên xwe ve divê li ser dramayeke dewlemend kar bê kirin, dema ku hunera kurdî û sponsorên wê bixwazin metnên baş û romanên baş bikin bingeha rêzefîlmeke dramayê ya dewlemend û bi armanc. Nexwe wekî berhemeke bêhempa hem bi kurmancî û hem bi soranî ji aliyê herdu wergîran (Wirya Xefûrî û Fayeq Rostemî) ve, kar temam bûye.
Bi dîtina min wergêrê yekemîn yê Rojavayê Kurdistanê birêz (Tofîq Husênî) jî wergera wê ya bi erebî kiriye, ku ew pencereyek e ji bo naskirin û nasandina wêjeya kurdî û karekterên dîrokî yên kurdî ji xwendevanên ereb re.
Memduh Beg, hetanî nîveka duyem a salên heftiyan jî bi van êşan dikişand. Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên başûr serdana wî kirine. Ev wêne ji aliyê birêz Cemşîd Heyderî ve belav bûye wek diyarî ji mala Memduh bi xwe re aniye. Destê wî xweşbin bo ev bîranîna xweşik û bedew.
Bila rihê Mihemed Uzun û lehengê wî yê resen Memduh Beg şad be.

Mihemed UZUN


Ji Soranî: Dawûd Çîçek
XELAT
