PIRA HILWEŞIYAYÎ- Çîrok

PIRA HILWEŞIYAYÎ- Çîrok

Nivîsîn: Shahîn Bekir Soreklî- 2015

 

Bedew bû, jineke gellekî xweşik bû. Jinên çeleng pirr in, lê ne wek vê tilingiyê weqa xwînşêrîn bûn.

 Hevalê bi ciwanê hestnazik re dît evîndariyeke bi dîtina yekemîn re li rê ye û gotê:

 -“Bi pê mekeve, tu wê nedinasî û pêşiyan gotine: jinên çeleng belaya serê peyan in; dest jê berde, ew ê te mehf bike!”

 Lê ciwanî û evîndarî du rûbarên bi serê xwe ne û dema tevlihev bibin berbendkirin dijwar e. Carine evîn qedera mirovan dixe dest xwe. Hinekan digihîne şadiyê û bextewariyê û hinekan di nav pêlên êşkenceyê de dixe nav janê.

 Êvarekê yê ciwan û biyaniya ew aşiqê bû bû di baxçeyekî bajêr de hev dîtin. Çavan hev ber bi hev kişandin, çepelan xwe li dor stuyan gerandin, giyanên du kesan hev hembêz kirin û ramûsanên lêvî ew bi meya evînê mest û serxweş kirin, bêyî encaman têxînin nav hevîrê ponijandinê û ava mentiqê.

 Kes nedizane şev çawa derbas bû û tarîbûna wê çi bi xwe re hanî. Kes nedizane ku di nav zikê wê şevê de li quncekî wî baxçeyî çi qewimî, lê dem ranaweste û ji ber ku ranaweste roj hilat û rojeke din li wî bajarî dest pê kir.

 Destpêka wê rojê du şagirtên li rêya xwendegehê ciwanê evîndar di rêçikeke baxçeyê bajêr de ji-xwe-çûyî dîtin û yekî bi mobîlfona xwe telefone navenda hawarê kir.

 Li nexweşxaneyê pijîşk mat man. Wan nexweşiyeke bi vê nolê hîn nedîtibûn, nexweşiyeke bêyî şan û bêyî derman bû. Di laşê kesê ciwan de çi kêmasî û çi seqetî nebûn, lê ligel wê jî nêzikî li derîyê derçûna ji vê cîhanê kiribû.

 Di beriya wî de çi navnîşan û agahî nebûn, ji bilî jimareke telefonê. Jimar ya hevalê wî bû, hevalê şîret lê kirbûn ku zû bi zû aşiq nebe û bi pê kesa wî nedinasî nekeve.

 Dema hevalê wî danê êvara wê rojê serî lê xist, derîyê mirinê li pêş dostê wî li ser piştê bû. Di nav pêlên sikranê de pêş can bide gotê:

 - “Min ew jina bedew dît û em di nav ramûsanên çarlêvî de wenda bûn. Dema bi xwe hesiyam, nema bi min re bû. Bû bû xwê û heliya bû. Tenê guleke soravîn li ser sîngê min hîştibû. Dema min gul bêhn kir, ketim nav xewneke behuştî. Dû re min xwe li beşekî vê nexweşxaneyê di nav destên pijîşkan de dît.

 Çavên ciwanê di nav pêlên sikranê de qurç bûn û dengekî nizm ji nav lêvên wî hat der, got:

 -Ha wa ye çelenga min, li paş derîyê han, di nav mijekî spî de ye, ha wa ye. De bi xatirê te dostê hêja. Ez ê biçim aliyê wê. Wekî dizanî warê min ji dest min çû û pira min lê vegerîne hilweşiya. Xerabeyê warê min bûye warê ma’ran. Nema dizanim xwedî û nasên min kî û li ku ne, lê ya jê hez dikim ha wa ye li paş derîyê han bang li min dikêye. De bi xaaatirê te!”

 Li pêş dostê ẍembar giyanekî sar ma, lê rûyê yê mirî aram bû, wekî ku di nav xewneke şêrîn de be, wekî ku bi barkirina ji vê cîhanê şad be.

 Wê şevê dostê hevalê xwe wenda kirî raneket. Ji xwe dipirsî ger dostê wî rast li baxçeyê bajêr rastî wê jina çeleng hatibû, yan gelo pêrgî pêriyeke ji ristina xeyalên xwe hatibû! Hewl da nameyekê ji day û bavê hevalê xwe re binivîsîne, lê nema dizanibû dê çawa bi wan gihîne.

---------------------------------------------

JINA ŞAMÎ Û ROJÊN DEMÊ

 

Dengê teqînên ji herêmine ji Şamê ne dûr dihat Zeyneb veciniqand û ji xewê rakir. Bizdiyayî reviya odeyeke din. Di odeyê de neynikeke mezin hebû. Dema gihîşt pêş wê, jineke ji sêrî ta lingan bi kincên reş nixamtî li pêş xwe dît. Qîriya û pişta xwe da neynikê. Keça wê ya bî mayî xwe gîhandê û ew hembêz kir:

-Çi bû dayê, çi bû? Metirse, metirse!

Zeyneba 80 salî, ya xwe di neynikê de dîtibû û nenasîbû, diqîriya û dipirsî:

-Ew pîra kincreş kî ye, ew pîra kincreş kî ye?

Qîza wê ji tirsan rûzer bû. Jê re baş aşkere bû ku diya wê derfeta bîrhanînê wenda kiriye û nema tiştekî ji nêzikdema par di bîra wê de maye. Diya xwe bir odeya daniştinê, ew daniştin da, çû ji odeyeke din wêneyek hanî û da dest diya ku hîn dilerizî: Dengê teqînan ji ku têye? Ew jina kincreşe serînixamtî kî ye?

 -Metirse dayê, ez bi te re me. Tiştek nebû. Ha li vê jina di wêneyê de binêre. Ew e jina nuha kincreş.

 Day li dû bîstekê aram bû û pirsî:

 -Lê jina di vê wêneyê de ne kincreş e û ne jî serînixamtî ye!

 Hêstir ji çavên qîza wê dihatin xwarê û nedizanibû çi bibêje. Di wêneyê de ciwaneke bi porê reş’î dirêj, kirasekî xweşik li wê, serbilind bi komeke ji xort û keçan re dimeşiya. Di binê wêneyê de van peyvan hatibûn nivîsandin: Zeyneb Şamî di meşeke Partiya Komonîst ya Sûriyê de li şamê, sal 1955.

  (Shahîn Bekir Soreklî: 2015)

 

XELAT