BANGEK JI EHMEDÊ XANÎ BO GELÊ XWE
Amadekirin: Aram Mahir Taha
BANGEK JI EHMEDÊ XANÎ BO GELÊ XWE
Ey gelê min, hilgirên çiya, deşt, dîrok û efsaneyan!
Min nivîsand da ku we şiyar bikim,
Min axivî da ku we yek bikim,
Min qelem girt da ku rêberiya we bikim.
Em ê heta kengî bêdeng bimînin?
Em ê heta kengî ji hev dûr, ji hev kor bimînin?
Xwe bi aştiyê çekdar bikin, ne bi hêrs!
Biratiyê biçînin, ne pevçûnê!
Bêyî yekîtiyê aştî tune.
Miletekî perçe perçe mîna pelê di bayê de ye; ne kok, ne rê heye.
Nezanî ne çarenûs e!
Di tariyê de mayîn berpirsiyariyeke jibîrkirî ye.
Nezanîyê bi zanînê paqij bike.
Bi pirtûkan re heval be, bi qelemê re heval be.
Çimkî zanîn mirovan li hember zordariyê diparêze,
Derî bi zanistê ve dibin,
Yên xwe nas dikin, bi ronahiya aqil ber bi rastiyê ve dimeşin.
Xweperest nebin!
Yên xwe nas dikin, yên din zilmê nakin.
Aqil bidin pêş, hestên xwe jê re bispêrin.
Çimkî bêyî aqil, mirov an zordar e, an qurban.
Zimanê xwe biparêzin!
Zimanê te nasnameya te ye, ruhê te ye!
Bê ziman ne dîrok heye, ne pêşeroj.
Kurmancî ne tenê peyv e—bîr, nasname, hebûna me ye.
Zimanê dayika xwe zarokên xwe fêr bike,
Çîrokên perî, dengbêj, destanên me zindî bihêlin.
Çimkî milet bi zimanê xwe vejiya, bêdeng dimire.
Ez, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn bê sedem nenivîsand.
Di evîna wan de qîrîna gelê min hebû.
Agirê azadiyê di dilê Mem de dişewitî.
Ev banga min e, ey gelê min:
Bi aştiyê yek bin.
Bi sebir û baweriyê bimeşin.
Bi zanînê rabin, nezanîyê li dû bihêlin.
Zimanê xwe zindî bihêlin, ji zarokên xwe re mîratekê bihêlin.
Xebat bikin! Xwestin bikin! Bihêvî nebin!
Heta ku gel yek nebe û rêya xwe nizanibe, rêberî jê re tune.
Heta ku gel bi zimanê xwe neaxive, kes wan nabihîze.
Heta ku gel pêşeroja xwe ava neke, azadî xewnek e.
“Bi dil, bi rûh, bi ziman, yek bin û serbilind berxwedan bikin! Azadî û pêşeroja we di destên we de ye!”
XELAT
