Bandora Dengbêjiyê Li Ser Xelkên Kurdistanê

Bandora Dengbêjiyê Li Ser Xelkên Kurdistanê

Nivîskar: Diyala Elî

 

Dengbêjî beşeke mezin û berfireh e di filiklora kurdî de, di nava xwe de çîrok, helbest, destan, kilam û metelokên ku bi awayê stran

Û rewanbêjiyê tên gotin dihewîne. Dengbêjî dîrok û çanda civata kurdî ya kevnar diparêze û bi rengê ritimên xwezayî di ber guhê guhdaran re diavêje. Gava ku tu çand û hunera kurdan ya kevin baş lêkolîn bikî, tu yê bibînî bê çiqas ev beşa han ya filiklorî bandora wê heye li ser jiyana kurdên berê û heya nuha didome lewma ta roja me ya îro kurd bi vê cureya filiklorî ve baş girêdayî ne û lê miqate ne ta nifş bi nifş gihiştiye serdema me ya îro.

Li ser ekranên Rdiyo, Tv û celebên din yên soşiya medyayê bi taybet ên kurdî tu timî mirovekî li ser latekî ango kevirekî dibînî destê xwe daye li ber guhê xwe û bi aramiyeke hew ser re heye gotine kurdî yên herî resen vedibêje, ev kes di nav xelkên kurdistanê de jê re Dengbêj tê gotin û stranên ku dibêje Dengbêjî jê re tê gotin. Bi hezaran keç, xort, zarok, pîr û kalên civaka miletê kurd li ser vê bûyera rewanbêj xwedî bûne û di mejiyê wan de ev wêne hatiye nîgaşkirin çimkî pêşiyên me di giyan û bîra xwe de baş parastine û di gelek cihan de wekî miletekî bindest sûd jê dîtine ku bi riya dengbêjiyê kul û serpêhatiyên xwe gotine û timî mîna dergûşekê melevanî ji hisretên wan re kiriye.

Qet ecêbmayî nemîne gava ku tu serdana Kurdistanê bikî û van siruştên xwezayî bibînî ji ber ku mîna mîrateyên nasnameyî û dîrokî tên hesibandin û her çendî qezencê ji van tiştan bibînin ne li ser xisarê ne.

Dengbêj, mirovine pir gerok bûn ji herêmekê derbasî yeke din dibûn û tûrikê xwe dadigirtin gotin, serborî û diyardeyên dîrokî. Li malan, eywan û civînên gelemperî dest bi dengbêjiyê dikirin. Dema tu li gotinên wan guhdarî dikî serxweş û zîz dibî lê belê li aliyekî din tu çand û kelepûrên şopa kurdîtiyê nas dikî. Çîrokên şer û pevçûnênkurdan bi awayekî serd û serbest gotine û di wan sedsalan de bûne amûra belavkirina nûçe û agahiyên nû.

Kurd ji miletên herî kêm in yên ku heya nuha ev çand parastine ji lewra jî bi hemî hêz û derfetên xwe yên sade hewl dane ku bi pêş bixin heya gihiştiye ku navê wan pê derketiye. Bi rêbazeke din em dikarin bibêjin ku Dengbêjek û Çiyayên Kurdistanê dikarin nûnertiya terzê welatekî bikin.

Di dengbêjiya kurdistanê de, li her herêm û deverekê li ser xaka Kurdistanê dengbêjine navdar hene ku ew navçe pê tê naskirin. Dengbêjên herî bi nav û deng yên ku filiklora kurdî ronî dikin ev in, Eyşe Şan, Cemîlê Horo, Egîdê Cimo, Eyaz Zaxoyî, Eliyê Qerejdaxî, Erdewan Zaxoyî, Evdalê Zeynikê û hwd.

 

Hin kilamên dengbêjan

Serê min diêşe dilê min ji dilanî dîn e

Wêrana wan û Erdîşê birawo tevdîra her çar

Mehê zivistanê sir û sermayê dîn e

Ne bihar e ne payîz e î birawo ne havîn e

Zivistan e dereca sermayê sî û çend dereca dibîne

Wêrana wan û Erdîşê Mîtanî genimê meriv têxe

Hindirê bêjingê bira di xwe de dizivirîne Cara wanê mîtanê sîtila meriv bide ser dara Çamê ji xwe re dikelîne.

Kerem Santor

Wekî tê dîtin dengbêj kambaxî û wêraniya li pey erdhejê mayî teswîr dike. Erdhejeke wisa mezin çêbûye ku xanî hilweşiyane , mirov di bin kavilên xaniyên pirqatî de mane, demsal zivistan e û hewa pir sar e ango ji gelek aliyan ve şert û merc zor in. Di vê rewşa xirab de cinaze ketine li ser hev û du, her kes ketiye heyra mirovên xwe û ji bo wan bibînin an jî ji bin kavilan derxin dixebitin. Di vê benda kilamê de ji devê jineke di nav kavilan de li du birayên xwe digere, dijwarî ûencama xirab ya erdhejê tê dayîn.

Kilamên dengbêjan çawa ku ji bo ragihandina bûyerên sirûştî parastina dîroka dûr û nêzîk ya kuedan kirine her wekî din ji bo wêjeya devkî ya kurdî jî çavkaniyeke hêja ye. Lewma di hinek kilaman de dengbêj di destpêk û di nav kilamê de bi çîrokî qala mijarê dike û paşê bi kilamkî bûyerê radigihîne.

Ji xeynî vanqas rewşên ku me dayî diyarkirin, dengbêjan qala mijarên din yên curbecur kirine nola ragihandina qêrîn û hewara dayîkan, xela û rewşa abûrî ya xirab, nexweşî, rewş û kesayeta jinan û kilamên dawetan û şahî.

XELAT/ Jêder: Rojava.net