Berhemên Yilmaz Guney dê li Zanîngeha Silêmaniyê bên xwendinê

Berhemên Yilmaz Guney dê li Zanîngeha Silêmaniyê bên xwendinê

Li ser pêşniyara Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê, berhemên Yilmaz Guney dê bibin beşek ji bernameya xwendinê ya Zanîngeha Silêmaniyê.

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Heme Heme Seîd, pêşniyar kiriye ku berhemên derhênerê navdar ê Kurd (Yilmaz Guney) di bernameya xwendinê ya Koleja Hunerê ya Zanîngeha Silêmaniyê de cih bigirin.

Hevjîna hunermendê rehmetî yê Kurd Yilmaz Gunay Xanim (Fatûş Gunay), di nameyekê de ji wezîrê Rewşenbîrî û Lawan (Heme Heme Seîd) re daxwaz kiriye ku mîrata hunerî û berhemên hunermendê rehmetî Yilmaz Guney li zanîngehê werin hînkirin da ku zarokên Kurd bi berhem û rêya hunerî ya hunermend û derhênerê navdar ê Kurd Yilmaz Guney nasbikin û rêya wî bişopînin.

Li ser vê bingehê, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan di nameyek fermî de, di (14/9/2025) de, daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî re şandiye, nameyek ji Zanîngeha Silêmaniyê re şandiye da ku mîrata hunerî û berhemên hunermendê rehmetî Yilmaz Guney di bernameyên Koleja Hunerê ya zanîngehê de cih bigirin.

Piştî ew hewla wezîrê rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê hevjîna hunermendê rehmetî xanim (Fatûş Gunay) spasiya xwe û malbata xwe anî ziman û got ku: Xwendina berhemên Yilmaz Gunay dilê me bi şanaziyê tijî dike."

Her weha Fatûş Guney di nameya xwe de gotiye; Hûn wek azadîxwaz û pêşmergeyekî rêya azadiyê hûn zêdetir ji Yilmaz Guney nêzîkin ji ew kesên ku bi fîzîkî li derdora wî bûn. Eger we îro berhemên Yilmaz Guney kiriye ji bo me cihê serbilindî û şanaziyê ye û em gelekî spasiya we dikin.

XELAT/Kurdistanî Nwê

Fatûş Gunay hevjîna Yilmaz Gunay